Derbarê rojnameger Geşbûn Ayşe Kara de biryara girtinê hat dayin
- 14:30 3 Kanûn 2024
- Hiqûq
AMED - Derheqê rojnameger Geşbûn Ayşe Kara de biryara girtinê hate dayin.
Danişîna 3’yemîn a doza rojnameger Geşbûn Ayşe Kara ku bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” hatibû vekirin, li 5’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê hate lidarxistin.Geşbûn Ayşe Kara beşdarî danişînê nebû lê parêzerê wê Resûll Temur amade bû.
Daxwaza ku îfadeya Ayşe Kara li derveyî welat were girtin ji hêla dadgehê ve nehate qebûlkirin. Dadgehê, derheqê Geşbûn Ayşe Kara de biryara girtinê da.
Danişîna dozê taloqî 6’ê Adadra 2025’an hate kirin.