Ji ber NY’ê bang kirin: Em ê xwedî li şoreşa Rojava derkevin
- 20:58 4 Kanûn 2024
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Di çalakiya ku bi daxwaza azadiya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan li ber NY’yê pêk tê de balkişandin ser êrîşan û peyama ‘em ê xwedî li şoreşa Rojava derkevin’ hat dayîn.
Bi daxwaza azadiya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan her Çarşem li pêşiya Ofîsa Neteweyên Yekbûyî ya bajarê Cenevre yê Swîsreyê çalakî pêk tê. Çalakiya vê hefteyê bi deqîqeyek rêzgirtinê destpê kir.
Li ser navê Komîteya Cevevreyê ya Pêngava “Ji Rêber Apo re Azadî, ji Pirsgirêka Kurd re Çareserî” Veysel Kuşkanadi daxuyanî xwend. Veysel Kuşkanadi kesên li Rojava jiyana xwe ji dest dane bi bîr anî û diyar kir ku çeteyên di bin kontrola Tirkiyeyê de ji 27’ê Mijdarê ve Heleb û gundewarên wê bi temamî kirine bin destê xwe.
Veysel Kuşkanadi daneyên Rêveberiya Xweser a piştî êrîşan ragihand û wiha got: “Li herêma Kurd ku nifûsa wê bi sed hezaran e, gelê xwecihî yê ji her ol û baweriyan tên koçberkirin. Em weke civaka Kurd a Cenevreyê gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ku koçberan pêşwazî dikin, silav dikin. Em bang li Neteweyên Yekbûyî, Xeçar Sor û hemû hêzên navneteweyî dikin ku destûrê nedin dewleta Tirk a faşîst ku li ber çavê hemû cîhanê terorê ji nû ve zindî bike û êrîşên sûcên şer û mirovahiyê rawestînin.”
Li ser navê ciwanên Rojava jî Delîl Qamişlo bi zimanê Erenbî daxuyanî da û wiha got: “Dewleta Tirk ku dîroka xwe bi komkujî, qirkirin, zext û dagirkirinan ava kiriye, îro jî polîtîkayên xwe bi destê çeteyên bermayiyên DAÎŞ’ê didomîne, li xaka Rojava û Sûriyeyê alozî û komkujiyan dike. Sedema bingehîn a êrîşên li ser Rojava tunekirina destkeftiyên Kurdan û gelên herêmê ne ku bi berdêlên mezin bi dest xistine. Yên ku xeyala dagirkirina xaka me dikin, wê bi berxwedana gelê Kurd ji rûpelên dîrokê bên jêbirin.”
Piştî axaftinan çalakî heta saet 17:00’an dewam kir.