Nergîz Mihemedî ji bo sê hefteyan hat tahliyekirin
- 21:25 4 Kanûn 2024
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Parêzvana mafê mirovan ya Xelatgira Aştiyê ya Nobelê Nêrgiz Mihemedî, ku li girtîgeha Evînê ya Tehranê girtiye, parêzerên wê ji bo tenduristiya wê daxwaza tahliyeyê kiribûn. Li ser vê yekê 21 roj înfaza ceza wê hat rawestandin û hat tahliyekirin.
Parêzerê girtiya siyasî ya jin a Kurd Nêrgiz Mihemed, Mistefa Nîlî diyar kir ku li ser daxwaza doktorê dadweriyê û dozgerê giştî yê Tehranê, wê Nêrgiz Mihemedî sê hefteyan li derveyî Girtîgeha Evîn ya Tehranê tedawiya xwe bibîne.
Parêzer da zanîn ku girtiya siyasî ya wergira Xelata Nobelê ya Aştiyê ya sala 2023’yan Nêrgiz Mihemedî, ji ber xirabiya rewşa xwe ya tenduristiyê wê ji girtihê derkeve û tedawiya xwe bibîne.