Eren Keskîn: Li girtîgehê fîlmên îşkenceyê didin temaşekirin

  • 09:03 29 Mijdar 2024
  • Rojane
Elfazî Toral
 
STENBOL - Eren Keskîn der barê rapora aşkera kirine de axivî û got: “Li girtîgehan li ser jinan binpêkirinên mafan yên cidî hene. Îdareya girtîgehê li odeyên bi sunger fîlmên îşkenceyê bi girtiyên jin didin temaşekirin. Dewleteke ku îmze avêtiye peymanên navneteweyî û di hiqûqa xwe de jî îşkence qedexe kiriye, di pêkanînê de wek fîlm pêşkêşkirin bi xof e.”
 
Li girtîgehan li ser girtiyên jin binpêkirinên mafan yên cidî hene. Tundiya li ser girtiyan, lêgerîna tazî, tacîz, tundiya psîkolojîk û fîzîkî û gelekên din. Yek ji van pêkanînan ‘odeya bi sunger’e. ‘Odeyên bi sunger’ demên dawî de li Tirkiyeyê zêde bûn. Bi armanca îzolasyonê li jinan wek îşkence pêk înin. Li girtiyên jin yên Kurd di odeyên sungerê de fîlmên îşkenceyê didin temaşekirin.
 
Di 24’ê Mijdarê de Buroya Alîkairya Hiqûqî ya li dijî Destdirêjiya Zayendî ya Binçavan de rapora xwe aşkera kir û di raporê de hat diyarkirin ku li ser girtiyên jin gelek binpêkirinên mafan yên cidî tên meşandin û 2024’an de 55 girtiyên jin serî li wan dane. 
 
Damezrînera Buroya Alîkairya Hiqûqî ya li dijî Destdirêjiya Zayendî ya Binçavan de û di heman demê de Hevseroka Giştî ya Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) parêzer Eren Keskîn der barê mijarê de axivî.
 
'Di serlêdanan de piranî lêgerînên tazî hene'
 
Eren Keskîn da zanîn ku ew alîkariya hiqûqî didin hemû jinên li girtîgeh, binçavan û hemû qadên jiyanê de ji aliyê hêzên dewletê ve îşkenceya zayendî dibînin û wiha got: “Jin li girtîgehan binpêkirinên mafan yên cidî dijîn. Me rojên borî de rapora 2024’an weşand. Jin der barê pêkanînên binçavan de dibînin serlêdanê dikin. Di serlêdanan de piranî lêgerînên tazî hene. Di rapora ku me weşand de tê dîtin ku tundî zêde bûye. Di çalakî û bernameyan de jin îşkenceya zayendî dibînin. Em îşkenceya zayendî wek temasa fîzîkî nabêjin. Hêzên dewletê bi gotin, tehdîda destdirêjiyê û destan vê pêk tînin. Em şopandina van dikin. Di bin çavan de pêkanînên nebaş yên li hember jinan didomin. Lêgerîna tazî rêbazeke pir zêde tê dîtinê ye. Hem binçavan de hem li girtîgehan tên kirin. Gardiyan bê navber bi ser hucreyan de digirin. Alavên jinan yên taybet talan dikin. Jin ji vê nerehetin.”
 
‘Fîlmên îşkenceyê didin temaşekirin’
 
Eren Keskîn balkişand ser rewşa girtiyên nexweş û wiha domand: “Dema dibin nexweşxaneyan tundiyê dikin. Tevî ku protokolên der barê dermankirinê de ku divê bi doktor re tenê bên hiştin û kelepçe bên derxistin jî girtî bi zor û zehmetiyan re tên rû hev. Hefteya borî parêzer Jiyan Tosun û Jiyan Kaya çûn girtîgeha Sîncanê. Bi girtiyên nexweş re hatin gel hev. Bi girtiyek siyasî di meha tebaxê de fîlmek tê temaşekirin. Bi taybet van bi girtiyên edlî didin temaşekirin. Di fîm de girtiyên îtîrazê tiştekî dikin dibin odeya bi sunger. Ji aliyê îdareyê ve îşkence wek fîlm bi girtiyan temaşekirin tiştekî bi xof e. Dewleteke ku îmze avêtiye peymanên navneteweyî û di hiqûqa xwe de jî îşkence qedexe kiriye, di pêkanînê de wek fîlm pêşkêşkirin bi xof e. Kujerê Garîbe Gezer odeya bi sungere. Bi dehan carî kirin wê odeyê û piştre jiyana xwe ji dest da. Bi taybet vê pêkanînên li ser jinan pêk tînin. Jinên siyasî an jî edlî ferq nake ev tundî li wan tê kirin. Tundiya liser girtiyên siyasî yên jin her diçe zêdetir dibe.”
 
Ji bo muxalefetê bang
 
Eren Keskîn dawiya axaftina xwe de bi lêv kir ku desthilatdariyê pêkanînên giran li ser girtiyên nexweş dike jiyanê û wiha dawî lê anî: “Muxalefet tenê bi girtiyên nêzî xwe re eleqeder dibe. Lê wek tê zanîn li girtîgehan li ser girtiyên siyasî û edlî dijhiqûqiyên mezin hene. Divê ev mijar bikeve roja muxalefeta sereke.”