Xelfetî ji bo Newrozê amade ye
- 17:42 11 Adar 2025
- Rojane
RIHA - Di 13’ê Adarê de wê li Xeleftiyê ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan lê hatiye dinê, Newroz bêpîrozkirin. Der barê Newrozê de daxuyanî hat dayîn û wiha hate gotin: “Em ê ji bajarê wî birêz Ocalan silavan bişînin.”
3’ê Adarê de wê li Xelfetî ya Rihayê bi dirÛşmeya ‘Rêbertiya Azad Civaka Demokratîk’ wê Newroz bê pîrozkirin. Der barê Newrozê de daxuahniyek hat dayîn. Daxuyanî li ber avahiya DEM Partî ya Xelfetiyê hat dayîn. Parlamenterên DEM Partiyê yên Rihayê Omer Ocalan, Ferît Şenyaşar, aktîvîsta TJA’yê Ayla Akat Ata, hevberdevkê komîsyona bawerî û gelan a DEM Partiyê Yuksel Mutlu, hevşaredarên Xelfetiyê ya qeyûm tayînê şûna wan bû Saniye Bayram û Mehmet Karayilan û gelek kes tevli bûn.”
Omer Ocalan di daxuyaniyê de axivî û da zanîn ku wê Newroza 2025’an li Xelfetiyê pêşwazî bikin û got wê xwedîderkteina li peyama Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan nîşan bidin.
Saniye Bayram jî axivî û hemû gel vexwendiyê Newrozê kir. Daxuyanî bi çepikan bidawî bû.
Bernameya Newroza Xelfetiyê
Li Xelfetiyê 13’ê Adarê de li Parka 4 Nîsanê bi tevlibûna hevsreokê giştî yên DEM Partiyê Tuncer Bakirhan, hevsergoka giştî ya DBP’ê Çîgdem Kiliçgun Uçar wê tevli bibin. Humermend Arhat jî wê derket ser dîkê.