Dayikên Aştiyê: Werin em hevdu hembêz bikin, ne tabûtan!

  • 09:06 4 Adar 2025
  • Rojane
  
 
AMED - Dayikên Aştiyê piştî peyama nivîskî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan axivîn û diyar kirin ku ew ji pêvajoyê bi hêvî ne û gotin, "Divê her kes ji bo aştiyê têbikoşe û bi berpirsyarî rabe. Divê her du alî jî beşdarî têkoşînê bibin."
 
Şanda Îmraliyê ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM) peyama sedsalê ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li Stenbolê xwend.  Peyam bi awayekî hemwext li Kurdistan, Tirkiye û Ewropayê bi awayekî zindî hate guhdarkirin. Peyama ku li gelek herêman bi baldariyeke mezin hat guhdarkirin, bû bingeha pêvajoya nû ya aştiyê.
 
Endamên Meclîsa Dayikên Aştiyê ya Amedê derbarê pêvajoyê de nêrînên xwe anîn ziman.
 
'Em xwişk û bira ne, ne dijmin in'
 
Dayika Aştiyê Şadiye Ayma: Peyama ku Abdullah Ocalan şandiye gelekî girîng e. Aştiyeke bi rûmet ne tenê ji bo me Kurdan ji bo her kesî wê baş be. Bila êdî qetlîam çênebin, bila êdî ne kurd û ne jî tirk zirarê bibînin. Her çiqas Kurd her tim diêşin jî, yên pêşî destê aştiyê dirêj dikin. Bila berdêla vê yekê bidin û dayikên tirk jî xwe bigihînin kurdan. Bila li Tirkiyê aştî û aramî hebe, em bira ne, ne dijmin in. Rêberê me ji bo aştiyê jî tiştên baş got, bila ev gotin neyên gotin.
 
'Em ji pêvajoyê bi hêvî ne'
 
Kıymet Şoretoğlu: Em aştî û wekheviyê dixwazin. Em êdî naxwazin dayik hêstiran bibarînin. Niha em dixwazin li ser navê aştiyê tiştekî baş çêbibe. Em ji vê pêvajoyê bi hêvî ne, lê baweriya me bi hikûmetê nemaye. Ez hêvî dikim ku tiştek baş bibe û em ê niha kêfxweş bibin. 
 
‘Divê her du alî jî di têkoşîna aştiyê de cih bigirin’
 
Rahîme Çelîk: Weke ku bi salan e her kes dizane dayik aştiyê dixwazin. Divê êdî kes nemire, zarokên me di rehetiyê de bijîn. Bila êdî em azad bibin, bila zarokên me nemirin. Em aştiyê dixwazin. Divê her kes ji bo aştiyê têbikoşe û erka xwe pêk bîne. Divê her du alî jî beşdarî têkoşînê bibin.”
 
'Em dixwazin di nava aştiyê de bijîn'
 
Havva Kıran: “Em wek Dayikên Aştiyê piştgiriyê didin vekirina wê maseyê. Ji bo çi pêwîst be em amade ne. Em wisa difikirin ku agirbest dê ne yekalî be. Werin em hevdu bi kulîlkan hembêz bikin li şûna ku em ji herdu aliyan tabûtan hembêz bikin da ku şer rawestînin. Werin em bi dayikên polîs û leşkeran re hevdu hembêz bikin. Ev welat welatê her kesî ye, her kes dikare li vir bijî. Ji bo vê axê her kesî bedel daye, her kes dikare li vir bijî. Em jî gelê vî welatî ne û em dixwazin li vir bi aramî bijîn.”