Xizmên windayan li aqûbeta windayên xwe pirsîn

  • 14:27 8 Sibat 2025
  • Rojane
 
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Komaleya Mafên Mirovan (ÎHD) û malbatên windayan bi daxwaza “Bila winda bên dîtin, kiryar bên darizandin” careke din kom bûn.
 
Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) û xizmên windayan çalakiya xwe ya vê heftê bi dirûşmeya "Bila winda bên dîtin û kiryar bên darizandin" pêk anîn.
 
Amed 
 
Şaxa ÎHD’ê ya Amedê û malbatên windayan, di 835’emîn hefteya çalakiya xwe de, li navçeya Rezanê li pêşiya Abîdeya Mafê Jiyanê ya li Parka Koşuyoluyê hatin ba hev. Vê hefteyê, aqûbeta Mehmet Tekdag hat pirsîn ku 12’yê Sibata 1993’yan de li Amedê hat windakirin.
 
Daxuyanî piştî çalakiya rûniştinê bi dawî bû.
 
Êlih  
 
Şaxa ÎHD’ê ya Êlihê û malbatên windayan, di hefteya 671’emîn a çalakiya xwe de, li pêşiya Abîdeya Mafê Mirovan a li ser Cadeya Gulîstanê daxuyanî dan. Di çalakiyê de wêneyên windayan hatin hilgirtin. Ji partiyên siyasî û rêxistinên civaka sivîl gelek kes beşdarî çalakiyê bûn. Vê hefteyê, aqûbeta Şîmunî û Hurmuz Dîrîl hat pirsîn ku 8’ê Çileya 2020’an de li gundê Mehrî yê girêdayî navçeya Şirnexê Elkê hatin windakirin.