Piştî mîtîngê êrîş: Gelek kes hatin binçavkirin

  • 15:54 8 Sibat 2025
  • Rojane
 
 
 AMED –Piştî "Mîtînga Azadiyê" ya li Qada Îstasyonê hat lidarxistin, polîsan bi çek û gaza bîberê êrîşî kesên ji qadê derketin kirin. Di encama êrîşê de gelek kes hatin binçavkirin.
 
Piştî mîtînga Partiya Wekhevî û Demokrasiyê (DEM Partî) a li Qada Îstasyonê pêk hat, polîsan êrîşî girseya ku dixwest qadê biterikîne kir.
 
Di encama êrîşa polîsan de gelek kes birîndar bûn. Tevî ku jineke birîndar rakirin ambulansê jî ji ber astengiya polîsan ew ji ambûlansê derxistin. Her wiha di encama gulebarana polîsan de ciwanek birîndar bû.
 
Êrîşî parlamenter û rojnamegeran kirin 
 
Ji ber gaza rondikrêj ji nêz ve hat avêtin gelek kes bi bandor bûn. Li ser binçavkirina ciwanan Parlamentera Sêrtê ya DEM Partiyê Sebahat Erdogan Saritaş ji aliyê polîsan ve êrîş lê hat kirin. Li aliyê din nûçegihana me Rojda Aydin a ku xwest şîdeta polîsan qeyd bike jî bi êrîşa polîsan re rûbirû ma. 
 
Di dema ku gelek kes hatin binçavkirin kesên navên wan hatin eşkerekirin ev in: Ozan Ekinci, Aysun Çelîk, Mahmut Taşçi, Mîran Serîn Yakut, Muhammet Taşkin, Vedat Ozer û zarokek.
 
Hate diyarkirin ku kesên hatin binçavkirin birin Şaxa TEM'ê.