![](/staticfiles/news/251053/2025/02/08/823x463cc-mrsn-08-02-25-mersin-miting-calismalari-ilceler1.jpg)
Li Mêrsînê ji bo mîtînga azadiyê serdana esnafan
- 16:01 8 Sibat 2025
- Rojane
MÊRSÎN -Ji bo mîtînga "Ji Azadiyê re Aştî" ku sibê li Mêrsînê dê bê lidarxistin esnaf hatin ziyaret kirin û banga tevlîbûna mîtîngê hat kirin.
Çalakiyên bangawaziyê ya ji bo tevlibûna mîtînga ku dipêşengiya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û Partiya Wekhevî û Demokrasiyê (DEM Partî) li Mêrsînê dê bi dirûşma "Ji aştiyê re azadî" di 9'ê Sibatê de li Mêrsînê bê lidarxistin, dewam dikin. Ji bo mîtînga li ber Stada Tevfîk Sırrı Gur a kevin a navçeya Akdenîzê bê lidarxistin, esnafên navçeyên Akdenîz û Toroslarê hatin ziyaretkirin û ji bo mîtîngê hatin vexwendin.
Li navçeya Akdenîzê Hevseroka DEM Partiyê ya Mêrsînê Bedriye Kuş, parlamenterên DEM Partiyê Alî Bozan û Omer Faruk Gergerlîoglû û endamên partiyê bi esnafan re hatin cem hev û belavok belav kirin. Parlamenteran li vir bi gel re hevdîtin pêk anîn, bal kişandin ser peyama Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û bal kişandin ser girîngiya tevlîbûna mîtîngê. Li navçeya Toroslarê jî heyeta ku di nav de Parlamentera DEM Partiyê Newroz Uysal Aslan, Dayikên Aştiyê û rêveberên navçeyê yên DEM Partiyê pêk dihat, li gel erbaneyê li taxan belavok belav kirin.