![](/staticfiles/news/251059/2025/02/08/823x463cc-ank-08-02-25-figen-yuksekdag-kitap-imza2.jpg)
Ji bo pirtûka ‘Parastinên bêsînor’ a Fîgen Yuksekdag bername
- 18:07 8 Sibat 2025
- Rojane
ENQERE - Meclîsa Jinan a DEM Partî ya Enqereyê di bernameya ku pêk anî de, pirtûka Fîgen Yuksekdag a bi navê ‘Parastinên bêsînor’ bi jinan da nasîn.
Ji bo pirtûka ‘Parastinên bêsînor’ ya hevseroka giştî ya berê ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Fîgen Yuksekdag ya li girtîgeha Kandirayê girtiye, li Enqereyê bernameya îmzeyan pêk hat.Meclîsa Jinan a DEM Partî ya Enqereyê bername pêk anî û moderatoriya wê Nuray Ozdogan kir. Cigira Hevserokatiya Giştî ya ESP’ê Sezîn Uçar û parlametnera DEM Partiyê Sevîlan Çelenk wek axaftinker tevli bûn.
Sezîn Uçar ewil axivî û balkişand ser rewşa girtiyên siyasî. Sezîn Uçar da zanîn ku ji bo piştgiriya girtiyên siyasî, berpirsyariyeke zêde dikeve ser têkoşîna derve û balkişand ser girîngiya piştevaniya bi girtiyan re. Sezîn Uçar balkişand ser pirtûka Fîgen Yuksekdag û hemû parastinên Fîgenê cih gidirin û got: “Me ev hemû berhev kirin. Me xwest di têkoşîna civakî ya dîrokî de berhemek destê me de hebe. Ji ber em girîngiyê didin hemû parastinên doza Kobanê.”
Parlamenter Sevîla Çelenk jî dema pirtûk xwendiye hîskiriye ku bi zimanekî zelal û zimanê jinê li pêvajoyê hatiye nêrîn.
Bername bi pirs û bersivan bidawî bû.