Cezayê nû li 27 jinên li Girtîgeha Evîn hat birîn
- 14:42 7 Sibat 2025
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN -Li girtîgeha Evînê ku li paytexta Îran Tehranê bi şert û mercên xwe yên dermirovî navdar e, li 27 girtiyên jin cezayê ‘3 hefte wê ji mafên xwe yên destpêkê bêpar werin hiştin’ hate birîn. Di nava girtiyan de Werîşe Mûradî û Pexşan Ezîzî jî heye.
Li gorî medya Rojhilatê Kurdistanê, rayedarên girtîgeha Evînê, cezayê ‘3 hefte wê ji mafên xwe yên destpêkê bê par werin hiştin’ li 27 girtiyên jin biriye.
Hate gotin ku rayedar wê 3 hefteyan nehêlin girtiyên jin bi kesî re bi axivin û ji mafên wan yên wergirtina xurekan, bêpar bimînin.
Li gorî heman çavkaniyê ji ber ku girtiyên jin dema du dadwerên Îranê hatibûn kuştin, stran gotine, ceza li wan biriye.
Navê girtiyên jin yên siyasî yên hatine cezakirin wiha ne; Arzu Azram Safat, Şîwa Îsmaîlî, Samane Esxerî, Rayhana Ensarinejad, Gulrox Îrayî, Sakîne Perwana, Farûx Taqîpûr, Meryem Hacî Hisênî, Nahîd Xudaco, Azam Xizrî Cewadî, Lian Derwîş, Mehbube Rezaî, Hamraz Sadiqî, Zehra Sefayî, Mulud Sefayî, Meşhod Seydal, Pexşan Ezîzî, Mesume Esgerî, Merziye Farisî, Îlahe Fuladî, Spîde Qilyan, Werîşe Mûradî, Nêrgiz Mensurî, Tahêre Nurî, Huura Nîkbext û Meryem Yehyewî”
Di 18’ê meha Çileyê (2025) de li Tahranê, du dadwerên bi navê Mihemed Muqeyse û Elî Razînî hatibûn kuştin.
Di sala 2011’an de Yekitiya Ewropa û di sala 2019’an de jî Emerîkayê Mihemed Muqeyse xistibû nava lîsta cezayan. Di sala borî de jî Emerîkayê carek din Muqeyse û şeş dadwerên din ên Îranê ji ber binpêkirinên ku li beramberî mafên mirovan pêkanîne, ceza li wan birîbû.