Çîgdem Kiliçgun Uçar: Birêz Ocalan ji bo çareseriyê bi hêvî ye
- 15:54 7 Sibat 2025
- Rojane
ÇEWLIG -Hevseroka Giştî ya DBP'ê Çîgdem Kiliçgun Ûçar li Çewlîgê axivî û got, "Fikrên Abdullah Ocalan îradeya gelê Kurd e û birêz Oclaan ji bo çareseriyê bi hêvî ye."
Partiya Herêman a Demokratîk (DBP) û Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ji bo peyamên Rêber Apo bi gel re nîqaş bike, “Çalakiyên aştiya civakî û azadiyê” dabû destpêkirin. Di çarçoveya bernameyê de îro li eywaneke dawetan a Çewligê bi gel re civîn hat lidarxistin. Nûnerên rêxistinên civaka sivîl û gelek welatî tev li civînê bûn.
Hevseroka Giştî ya DBP’ê Çîgdem Kiliçgun Ûçar di civînê de axivî. Çîgdem Kiliçgun Ûçar, bal kişand ser nîqaşên têkildarî çareseriya pirsgirêka Kurd û wiha got: “Partiyên siyasî û lîderên ku pirsgirêka Kurd weke pirsgirêka sereke nabînin û weke pirsgirêkeke divê were çareserkirin nabînin, gavan naavêjin li holê ne. Em weke kesên naxwazin ev pêvajo jî weke yên din vala were derxistin li cem hev in.”
'Hêviya xwe ya ji bo çareseriyê winda nekir'
Çîgdem Kiliçgun Ûçar, wiha domand: “Çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd tê wê wateyê ku tiştên ji ber polîtîkayên ewlehiyê ji berîka me derdikevin dîsa di berîka me de bimînin. Birêz Ocalan 26 sal in di şert û mercên tecrîdê de ye tevî vê jî hêviya xwe ya ji bo çareseriyê winda nekiriye û têdikoşe. Dema ev hêvî mezin dikir, berê wî li gel bû. Dema têdikoşiya, berê wî li girtîhan bû. Ev hêvî tu caran winda nebû. Qadeke siyaseta demokratîk a ku vê hêviyê li ser pêyan bigire û rastiyeke gel heye.”
'Divê rêxistinên civaka sivîl têkildarê aştiyê biaxivin'
Bi domdarî Çîgdem Kiliçgun Ûçar wiha got: “Divê rêxistinên civaka sivîl jî têkildarî aştiyê biaxivin. Di sedsalên serpêhatiya netewe dewletê de axaftina li ser pirsgirêka kurd hate qedexekirin. Divê ev rewş were guherandin. Mîna şikandina polîtîkayên tecrîd, rejîma qeyûm û polîtîkayên şerê taybet.”
Çîgdem Kiliçgun Ûçar, bal kişand ser jiyana li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û wiha pê de çû: “Her kes ji wê jiyanê dihesûde lê welatê me ji xwe re weke gefekê dibîne. Gef nîne. Berevajî vê, em qala modêleke demokratîk dikin. Gel dikarin wekhev û azad bijîn. Di vê modêlê de pirsgirêka nîne ka kî çi baweriyê dijî. Lewma çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd, biqasî parastina statuya Rojava girîng e. Ya ku vê birêve dibe jî îradeya gelê Kurd a bi fikriyata birêz Abdullah Ocalan e. Nabe ku azadiya birêz Ocalan û çareseriya pirsgirêka Kurd were taloqkirin. Divê mirov bi cisaret be û vê meseleyê ji hemû aliyan ve biaxive. Amadekarina qanûn û sererastkirinan a di nava aştiyê de dê bi her kesî bide qezenckirin.”
Piştî axaftinan, civîn ji çapemeniyê re girtî domiya.