'Gel van dizan efû nake'
- 16:43 7 Sibat 2025
- Rojane
SÊRT - Parlamentera DEM Partiyê Sabahat Erdogan Saritaş, anî ziman ku qeyûmê Sêrtê kedkaran weke "terorîst" bi nav dike û got, "Gel van dizan efû nake."
Çalakiyên ku li dij tayînkirina qeyûm a li Şaredariya Sêrtê destpê kiribûn dewam dikin. Gelek kes beşdarî daxuyaniya li ber avahiya şaredariyê bûn. Di daxuyaniyê de pankarta “Em ê bi berxwedanê bi ser bikevin” hate vekirin û dirûşmên “Em ê bi berxwedanê bi ser bikevin” û “Qeyûm wê biçin gel wê werin” hatin berzkirin.
Hevseroka DEM Partiyê ya Sêrtê Revşan Arslan bertek nîşanî "hewldanên afirandina ferasetê" da. Revşan Arslan, diyar kir ku qeyûmên ku li ser vîna gel hatine tayînkirin şaredarî kirine qadên rantê û got qeyûmên ku 3 serdemên îradeya gel xesp kirine wê li pêşberî hiqûqê hesab bidin.
Parlamentera DEM Partiyê ya Sêrtê Sabahat Erdogan Saritaş jî got, “Çalakiya qeyûm a yekem vekirina îhaleya wesayîtan bû. Ji rehetiya xwe tawîz nadin. Her wiha serî li komkujiya karkeran da. Gel van dizan efû nake. "
Daxuyanî bi dirûşmeya “Bijî berxwedana gelê Kurd” bi dawî bû.