Ji bo Oznur Deger daxwaza girtinê hat kirin

  • 15:53 7 Sibat 2025
  • Rojane
  
 
MÊRDÎN - Piştî îfadeya rojnameger Oznur Deger a li dozgeriyê hat girtin, bi daxwaza girtinê sewqî edliyeyê hat kirin.
 
Li navçeya Qoserê ya Mêrdînê danê sibehê polîsan bi ser mala nûçegihana me Oznur Deger de girt. Oznur Deger a ku bi kelepçeya berovajî hat binçavkirin, li midûriyeta polîsan îfadeya wê hat girtin. Ji Oznur Deger, nûçeyên wê yên li ser medyaya dîjîtal û parvekirinên wê yên derbarê Cîhan Bîlgîn û Nazîm Daştan ên ku di 19'ê Kanûnê de dema nûçeyên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dişopandin ji aliyê SÎHA'yên Tirkiyeyê ve hatin qetilkirin, hat pirsîn.
 
Oznur Deger a li dozgeriyê îfadeya wê hat girtin, bi daxwaza girtinê sewqî Dadgeriya Nobedar hat kirin.