Xebatên ji bo mîtînga azadiyê dewam dikin

  • 16:42 7 Sibat 2025
  • Rojane
 
 
 AMED - Bangewaziyên ji bo mîtînga "Ji bo aştiyê azadî" ya ku li Qada Îstasyonê ya Amedê bê lidarxistin, li navenda bajar û navçeyan bênavber dewam dikin. 
 
Xebatên mîtînga "Ji bo aştiyê azadî" ya ku wê sibê li Amedê ji aliyê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û Partiya Wekhevî û Demokrasiyê (DEM Partî) ve li Amedê bê lidarxistin, dewam dikin. 
 
Di çarçoveya bangawaziyan de, heyeta ku di nav de Parlamentera DEM Partiyê ya Amedê Adalet Kaya û Hevserokê DBP'ê yê Bajarê Amedê Mehmet Şîrîn Gurbuz jî hebûn, serdana partiyên siyasî yên bajêr kirin. Yekem rawestgeha heyetê Rêxistina Bajarê Amedê ya Partiya Saadetê (SP) bû. Heyet ji aliyê Serokê SP'a Amedê Abdurrahman Ergîn ve hat pêşwazîkirin û der barê mîtînga ku dê sibê bê lidarxistin de agahî hatin parvekirin. Heyet piştre çû serdana rêxistinên bajarê Amedê CHP, -Refah, ÎHD û Partiya Azadî ya Amedê.
 
'Divê ev pêvajo bê qebûlkirin'
 
Parlamentera DEM Partiyê ya Amedê Adalet Kaya di axaftinên xwe yên di civînan de destnîşan kir ku divê muzakere berdewam bin û her kes ji bo aştiyê li hev bicive. Edalet Kaya got, “Ji bo xizanî û rijandina xwînê li welat bê sekinandin divê vê pêvajoyê hembêz bikin. Ji ber vê em her kesî vedixwînin mîtînga xwe. Pêwîste aştî were civakîkirin û ji raya giştî re were vegotin. Ev berpirsiyariya herkesî ye. Em mîtîngekê li dar dixin û diyar dikin ku kesê ku dê vê pêvajoyê weke muzakere sereke bimeşîne Birêz Ocalan e." 
 
Adalet Kaya da zanîn ku avakirina aştiyê hem pir zehmet e û hem jî pir hêsan e û got, “Divê şert û mercên muzakereyê wekhev bin; divê encam bêne girtin."
 
Li navçeyan xebat 
 
Li navçeya Erxeniyê heyeta ku di nav de hevserokên bajar ên DBP'ê û hevşaredarên DEM Partîjî hebûn, serdana esnaf, bazar û qehwexaneyan kirin.  Di axaftinên di serdanê de hatin kirin, gel vexwendin mîtînga li Qada Îstasyonê hat lidarxistin. Hat ragihandin ku wê sibe saet di 10.00 de li ber Îş Bankasiyê wesayît ji navçeyê derkevin. 
 
Parlamenterê Amedê yê DEM Partiyê Serhat Eren û heyeta pê re li Pasûrê civîneke gel li dar xist. Di civînê de bal hat kişandin ser girîngiya mîtîngê. 
 
Heyet piştre derbasî navçeya Licê bû û esnaf ziyaret kirin. Di serdanê de welatî ji bo mîtînga sibe bê lidarxistin hatin vexwendin.