Di nav kavilan de têkoşîna jiyanê

  • 09:06 6 Sibat 2025
  • Rojane
 
 
Pelşîn Çetînkaya
 
HATAY - Tevî ku di ser erdhejê re 2 sal derbas bûn jî mîna roja ewil li Hatayê êş û xemgînî didome. 
 
Di 6’ê Sibata 2023’yan de navenda wê Mereş û Elbîstan bû bi meznahiya 7.7 û 7.6 erhej pêk hatin û bandor li 11 bajaran kirin. Di erdhejê de li gorî daneyên fermî 53 hezar û 537 kesî jiyana xwe ji dest da û 39 hezar 441 avahî dema erdhejê de hilweşiyane û bi tevahî 271 û 892 avahî xesar dîtine. Li bajarên bi bandor bûn 414 bajarên konteynir hatin avakirin û 215 hezar û 224 konteynir hatin avakirin.
 
Her der hilweşiya
 
Di ser erdhejê de du sal derbas dibin. Yek ji bajarê herî zêde xesar dît Hatay bû. Bi hezaran kes li Hatayê di erhejê de jiyana xwe ji dest dan. Êşa wê hîn teze ye. Li bajar her der hilweşiyaye û li her derê konteynirên hatine avakirin balê dikşînin. Xebatên TOKÎ jî didomin.
 
Beşek mezin a bajar hemû hilweşiyaye û veguheriye kavilan. Ligel avahiyên hilweşiyaye hîna yên li ser piyan jî hene. Yên kêm xesar dîtine yên xesar dîtine hene. Li her kolanê hilweşandin heye. Beriya erdhejê serjimara Hatayê mîlyonek û 600 hezar bû. Lê piştî erdhejê ket. Piştî erdhejê xesarek mezin li bajar çêbû. Hemû rê çal in û bi xeter in.
 
Pirsgirêk didomin
 
Tevî du sal ji ser erdhejê de derbas dibe xebatên başkirinê li bajar kêm in. Çalê di kolanan de ji bo mirovan û hemû zindiyan bi xeter in. Lambeyê trafîkê tune ne û li cihê ku hene jî lampe pênakevin. Li kolanan xetên ku mirov derbas bibin tune ne û ev jî xetereyek mezin e. Riyên Hatayê pir xerab in. Tabela tune ne.
 
Xetere hîna didome
 
Li Antakyayê jî rewş hîna wek xwe ye. Hilweşîn, ax, înşat bala mirovan dikşîne. Bi sedan kesî li vir jiyana xwe ji dest da û xeyalên wan nîvco man. Li navçeyê kavil hîna piranî li erdê ne. Hilweşîn wek roja ewil e. Piranî avahiyên vir hilweşiyane û xesarek giran dîtine. Avahiyên bi xesar piranî nehatine hilweşandin û ev jî xetereyê ava dikin. Xebatên înşatê bala mirovan dikşînin. Li her derê xebatên înşatê û maşîneyên kar hene. Toza kavilan jî xetereyê diafirîne.
 
Ji zarokan re lîstik qedexe ye
 
Di konteyniran de talboyek bêdeng û cemidî heye. Bi hezaran mirovên ku xaniyên wan hilweşiyan di konteyniran de dijîn. Mirov neçar in di van konteynirên biçûk de bijîn. Xebatên binesaziyê qels in. Ji ber hewcedariyên mirovan li ber çavan nayê girtin mirov bi pirsigrêkan re tên rû hev. Dema baran dibarin konteynir dilop dikin. Her wiha ji ber klîma û sobeya ceyranê tê bikaranîn fature zêde dibin. Ji ber qad bi sînor in, cihê lîstika zarokan jî tune ye.
 
Her wiha li bajar ji ber toza kavilan mirov nexweş dikevin û dîsa gelek kes ji ber vê hewayê baş nabin. Mirov li bajar nexweş û bê hêvî ne.