Danişîna Melek Avci hat taloqkirin
- 10:57 6 Sibat 2025
- Hiqûq
ENQERE -Danişîna nûçegihana me Melek Avci ya ku bi îdiaya "propagandaya rêxistinê kiriye" jê dihat darizandin hat taloqkirin. Melek Avci ya ku di danişînê de axivî, diyar kir ku prensîbên rojnamegeriyê diyar dikin ka çi nûçegîhanî ye û çi ye û ji dozger pirsî, "Ez tam bi çi têm sucdarkirin.?"
Derbarê nûçegihana me Melek Avci de ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê ve bi îdiaya "propagandaya rêxistinê" lêpirsîn hat destpêkirin û di 6'ê Îlona 2024'an da ji bo îfadeyê hatibû gazîkirin. Îdianameya ku piştî lêpirsîna der barê Melek Avci ya ku li midûriyeta polîsan îfade da hat amadekirin, ji aliyê 19'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Enqereyê ve hat qebûlkirin. Danişîna 1'em a doza ku Melek Avci jê diat darizandin li 19'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Enqereyê hat dîtin. Melek Avci, Parêzerên Komeleya Hiqûqnasên Ji bo Azadiyê (OHD) Şevîn Kaya, Komeleya Lêkolînên Medya û Hiqûqê (MLSA) û Komeleya Rojnamegerên Jin a Mezopotamyayê (MKG) beşdarî danişînê bûn.
Danişîn bi tespîtkirina nasnameyan dest pê kir
Melek Avci ya ku ewil axivî got, "Di îdianameya ku der barê min de hatiye amadekirin de nûçeyên tecrîdê yên heyî, daxuyaniyên saziyên navneteweyî, daxuyaniyên li dijî DAIŞ'ê, parvekirinên pîrozkirina Roja Rojava û nivîsên min ên nirxandinên çavkaniyên nûçeyan ên min ên derbarê bikaranîna çekên kîmyewî de cih digirin. Ez dixwazim bipirsim bi çi têm sûcdarkirin. Ez ji ber parvekirinên li dijî DAÎŞ'a ku bi qirkirinê tê nasîn têm darizandin. Parvekirinên min hemû derbarê tundiya ku li jinan tê kirin de ye. Mijara nûçeyên min bûyerên ku di nava civakê de diqewimin li ser şer tundiya li ser jinê, newekhevî, xizanî û niqaşên li ser aştiyê ye. "
'Di ser gûmanbar re mirov nikare xwe bigihîne delîlan'
Parêzer Şevîn Kaya ku piştre mafê axaftinê girt, got, "Muwekilê min rojnameger e, ji ber xebatên xwe yên rojnamegeriyê tê darizandin. Polîsan der barê muwekîlê min de ji aliyê polîsan ve lêkolîna parvekirinên wê yên li ser medyaya civakî dane destpêkirin. Di çarçoveya vê dosyayê de li gorî prensîba bingehîn a hiqûqa sûc, ' ji bersûc delîl nayên bidestxistin'. Piştî vê hedefgirtinê hewl hat dayîn ku di medyaya civakî ya Melek Avcî de hêmanên sûc bên dîtin. Ev nûçeyên ku mirov dikare di çarçoveya azadiya raman û derbirînê de binirxîne, naveroka wan li dosyayê nehatibû zêdekirin, ger zêde bibûya dê eşkere bibûna. Ez beraata muwekîlê xwe dixwazim."
Rûniştin hat taloqkirin
Piştî îfadeyan heyeta dadgehê biryar da ku dozgerî di rûniştina pêş de nêrîna xwe amade bike û danişîn taloqî 29'ê Nîsanê kir.