Di meha Çileyê de 32 jin hatin qetilkirin
- 09:32 6 Sibat 2025
- Çeteleya Tundîyê
Yeşîm Oruç
NAVENDA NÛÇEYAN - Li gorî çeteleya tundiyê ya meha Çileyê 32 jin û 5 zarok hatin qetilkirin. Mirina 25 jin û 2 zarokan jî bi guman e.
Zimanê zayendperest û cihêkariyê ku ji aliyê hikûmetê ve di medyaya sereke û dîjîtal de tê bikaranîn, berdewam dike ku jin û zarokan dike hedef. Di hawireke ku daraz sûcdaran diparêze, li bajarên Kurdistan û Tirkiyeyê jin ji jiyanê qut dibin.
Li gorî nûçeyên ku di çapemeniyê de hatine dayîn de di meha Çileyê de 32 jin û 5 zaroka hatin qetilkirin. Mirina 25 jin û 2 zarokan jî bi guman e.
Ji jinên hatin qetilkirin 8 jê ji aliyê kesê bi wan re hatibûn zewicandin, 4 jin ji aliyê merê ku pê re dijiya, jinek di pêvajoya hevberdanê de, jinek ji aliyê mêrê ji hev veqetiyabû, 12 jin jî ji aliyê xizmên xwe ve, jinek ji aliyê nasê xwe ve, 5 jin jî ji aliyê kesên nenas ve hatin qetilkirin.
Li Stenbolê 9, li Mêrsînê 4, li Afyonê 2, li Dîlokê 2, li Mêrdînê 1, li Muglayêa 1, li Kocaeliyê 1, li Enqerê 1, li Îzmîrê 1, li Denîzliyê 1, li Bûrsayê 1, li Edeneyê 1, li Tekîrdagê 1, li Antalyayê 1, li Giresûnê 1, li Konyayê 1, li Edîrnê 1, li Êlihê 1 û li Meletiyê jî jinek hat qetilkirin.