Li Bazara Keda Jinan hilberîna jinan

  • 10:04 6 Sibat 2025
  • Rojane
 
 
AMED - Bazara Keda Jinan ya ku di bin banê Gerînendetiya Polîtîkayên Jinan a Şaredariya Peyasê de xebatan dimeşîne, ji bo jinan bûye navendeke girîng a bidestxistina azadiya aborî û pîşeyê. 
 
Jin beşdarî kursên hunera destan, dirûtin, çêkirina çenteyên jinan, qayiş û pêlavên lingan ên bi çerm dibin û hildiberînin. Van kursên ku balê dikişîne ser xwe, ji bo kursiyeran bûye navenda dahatekê û bi vî awayî tevlî aboriya malê dibin. Gerînendetiya Polîtîkayên Jinan diyar kir ku armanca wan bi van kursan ev e ku keda jinan bidin xuyakirin. Di daxuyaniyê de berdewamî got: “Bi saya kursan jin dikarin tevkariyê li aboriya mala xwe bikin û pêdiviyên xwe yên şexsî bi cih bînin. Li Bazara Keda Jinan ji bo zarokan  jî atolye vebûye û bêpere ye. Ji xeynî zarokên perwerdekaran û jinên ku li bazarê dixebitin, mirov dikarin tevlî atolyeyan bibin, bi lîstik û xebatên geşepêdanê dema xwe derbas bikin.”
 
Di berdewamiya daxuyaniya Gerînendetiya Polîtîkayên Jinan de hate diyarkirin ku eleqeyeke mezin ji bo kursa dirûtinê heye û di vî warî de 24 jin bênavber beşdar dibin. Ji wan 17 jin jê beşdarî kursa hunera destan dibin û her wiha li Bazara Keda Jinan 42 firoşgeh hene ku jin berhemên ku hilberandine, lê difiroşin. Di van dikanan de berhemên curbecur ên wekî berhemên xwezayî, çenteyên destan û xizmetên dirûtinê hene.
Bazara Keda Jinan li Amedê û herêmê weke destpêkeke bi mînak û bêhempa derdikeve pêş. Ji ber ku jin ji tiştên ku li vir hildiberînin, pere qezenc dikin, baweriyê dide wan û ji hin jinan re ev derfet rê vedike ku dikarin berhemên bi qalîte hilberînin. Ev projeya ku ji bo jinan qadeke girîng a jiyanê diafirîne, hem di warê hilberînê û hem jî di warê hevgirtina civakî de weke xebateke mînak derdikeve pêş.
 
Di dawiya daxuyaniya Gerînendetiya Polîtîkayên Jinan a Şaredariya Peyasê de hate diyarkirin ku tê plankirin li Bazara Keda Jinan serdemeke kursan ya nû vekin û xebatên perwerdehiyeke bi bandortir bidomînin.