Tevî zext û êrişan jî dev ji têkoşîna xwe berneda
- 09:05 6 Sibat 2025
- Rojane
Mîdye Miqted
HELEB - Dayika pakrewan Xebat, Qediriya Heydar a ku emrê wê bi têkoşîna ji bo doza wê derbas bûye û bi rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan re hevdîtin kiriye diyar kir ku wê tevî girtinê jî dev ji têkoşîna xwe bernedaye û hevdîtina wê ya bi Abdullah Ocalan re jî hêz daye wê û got:"Rêbertî xwediyê heybetekê bû."
Dayika pakrewan Xebat, Qediriya Heydar a bi Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan hevdîtin jî kiriye heta vî temenê xwe ji bo doza xwe li berxwe daye. Tevî ji aliyê Tirkiye û Rejîma Baas'ê ve jî hatiye girtin dev ji xebat û têkoşîna xwe bernedaye. Qediriya Heydar a bi biryarî têkoşîna xwe dewam kiriye bal bir ser hevdîtina bi Abdullah Ocalan û têkoşîna xwe ya bi salan.
Têkoşîna Qediriya Heydar
Dayika pakrewan Xebat, Qediriya Heydar di destpêka axaftina xwe de qala kar û tekoşîna xwe kir û wiha pê de çû:"Min kar û xebata cebhewî dikir. 35 salan min karê cebhewî kir. Min di heman demê de nameyên hevalan, wêneyên hevalên şehîd digihand malbeta wan.
Yan jî me digihand navendê. Rojekê ji Reqayê em vedigeriyan. Wê rojê ji aliyê rêjîma Bass'ê ve em hatin girtin. Wê demê dayika Reşîd salekê di zindana rêjîma Bass'ê de ma. Piştî em vegeriyan di sala 1994'an de li taxek ji taxên Helebê ya bi navê Hemdaniyê em derbasî malekê bûn.
Li wir civîn hat çêkirin. Di wê civînê de min Rêbertî dît, di wê civînê de nêzî 60 kesî amede bûn."
'Rêbertî xwediyê heybetekê bû'
Qediriya Heydar bal bir ser civîna bi Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan re û wiha got:"Di dema ku em di civînê de bûn Rêbertî ji min re got, 'Tu xebatkara 20 sala ye çima tu weke hemî kesên li vir hazir axaftina nakî?' Rêbertî xwediyê heybetekê bû. Bi dîtina wî min hêz girt. Loma ji ber kelecanê nikaribûm biaxiviyam. Carek din ez çûm Lubnanê. Ez beşdarî şahiyê bûm, li wir min Rêbertî dît. Wê demê ez û dayika Pakrewan Celal û dayika Pakrewan Mustefa em bi hev re ketin rê. Li wir êvarî Rêbertî du saetan li cem me rûnişt. Lê dîsa bi kelecanî bûm. Rêbertî eşqekê dixe dilê mirov."
'Bi dîtina Rêbertî şanaz im'
Qediriya Heydar qala dîtina duyem a Abdullah Ocalan kir û wiha got:"Hevalek hebû, ji Bakur bû. Li ser sînorê Rojava şehîd ket. Di merasîma wî pakrewanî ya li gundê Kaxirê yê Mabata de min soza tevlîbûna xwe ya nava refên azadiya Kurdistanê da. Lê wê demê kurê min Xebat tevlî nava têkoşînê nebûbû. Tevî ez dayika 4 zarokan bûm lê min biryara tevlîbûnê da. Wê demê Rêbertî gazî min kir. Li mala birayê hevjîna min li Hemdaniyê dima. Ez çûm gel Rêbertî. Piştî ku min careke din Rêbertî dît, ez gelek şanaz bûm û ne poşman bûm ku min zarokên xwe tevlî nava rêxistinê kir. Kurê min yek niha gazî ye û Xebat jî cangorî ye."
'Hevdîtina Qediriya Heydar a bi Abdullah Ocalan re'
Qediriya Heydar bal bir ser hevdîtina sala 1994'an a bi Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan re û wiha pê de çû:"Wê demê dîtina Rêbertî kelecanek û coşek dida dilê me. Axaftineke wiha di navbera me de derbas bû. Rêbertî ji min re got, 'Karê ku tu dikî ma ne ji xebata li çiya girantir e?' Min jî jê re got, 'Heya 10 sal teqeta min heye ez di nava hevalan de li çiya xebatê bidim meşandin çeka xwe li hember dijmin bi kar bînim'. Lê Rêbertî ji min re got, 'Haya min ji xebatên te hene. Ma ev hemû jî ne mîna xebata li çiya ye?' Dawiyê got, 'Zarokên te hene biçe zarokên xwe xwedî bike mezin bike. Jixwe tu peywira xwe dike.'"
'Ez çûm çiyayê Kurdistanê'
Qediriya Heydar a qala derbasbûna xwe ya nava çiyayên Kurdistanê kir, wiha bal bir ser wan kêliyan:"Wê demê bi biryar ez derbasî çiyayê Kurdistanê bûm. Lê beriya ku ez derbasî çiya bibim min di xewna xwe de dît ku kurê min Xebat cangorî ye. Piştî sê rojan a çûyina min a çiya min bihîst ku kurê min bûye cangorî. Bi amedebûna 500 şervanên azadiya Kurdistanê şehadeta kurê min hat ragihandin."
Di nava têkoşînê de kurê wê dibe pakrewan
Dayika pakrewan Xebat, Qediriya Heydar di domdariya axaftina xwe de got:"Dema ku agahî dan min ku kurê min cihê xwe di nava nemiran de girt wê demê ez pir bi israr bûm ku ez agahiyê nedim kesî. Min got dema ez herim Rojava ez ê parve bikim. Piştî ez vegerim Rojava bavê Pakrewan Xebat çû ser dilovaniya xweda. Wê demê di dema spartina wî ya nava axê ya li gundê Qurtqulaqê a girêdayî navçeya Şera de min agahiya şehadeta kurê xwe bi haziran re parve kir."
Di dema derbaskirina komeke mirov de tê girtin
Qediriya Heydar bi lêv kir ku dema wê komek mirov derbasî Bakurê Kurdistanê kiriye hatiye girtin û wiha got:"Piştî ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocelan bi qomployek navneteweyî hat girtin ji bo şahiya 4'ê Nîsanê ya li gundê Rêbertî dihat lidarxistin min wê demê komek heval ji Rojava derbasî Bakur dikir. Lê di sêyemîn cara ku min komên mirovan derbas dikir ez û 12 hevalên jin li Dîlokê hatin girtin. Min wê demê hemû heval hişyar kirin. Min got em ê xwarina dijmin nexwin. Wê demê çiqas israr kirin ku em xwarina wan bixwin lê bêhtir em bi israr bûn ku em xwarina wan nexwin. Wê demê dayika pakrewan Bedir jî bi me re bû. Ji ber wêneyê Rêbertî di nava cilê wê de dîtin ji me re gotin 'em ê we hemiyan berdin lê ev dayika wê neyê berdan'. Min jî got 'yan em ê hemû bi hev re ji vir derkevin an em ê hemû di vir de bimînin'. Di wan kêliyan de ala Yekîtiya Star bi min re bû. Ji bo ku nebînin mine ew di bin zimanê xwe de veşart. Piştî wê di sibeha seat 7.00'an an de em hatin berdan. Tevî em dihatin girtin jî lê me dev ji têkoşîna xwe bernedan."
'Tenê em Rêberê xwe bibînin'
Di dawiya axaftina xwe de Qediriya Heydar da zanîn ji bo azadiya Abdullah Ocalan çi jê bê xwestin wê bike û wiha got:"Ewqas me kar û xebat kir. Em bi carekê ne poşman in. Tenê bila em Rêberê xwe di nava xwe de bibînin."