Li Belçîkayê êriş hat protestokirin

  • 19:56 2 Kanûn 2024
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN – Kurdistanî û dostên wan ên li dijî êrîşên dewleta Tirk û çeteyên wî yên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li qada Luxemburgê li hev civiyan, bertek nîşanî bêdengiya dewletên Ewropayê ya li dijî êrîşan dan.
 
Ji bo protestokirina êrîşên dewleta Tirk û çeteyên wî yên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li paytexta Belçîka Brukselê daxuyanî hate dayîn. Çalakvanên ku bi pêşengiya Navenda Civaka Demokratîk a Kurd li Belçîkayê (NAV-BEL) li qada Luksemburg a li ber Parlamentoya Ewropayê li hev civiyan.
 
Di çalakiyê de pankartên "Rojava biparêzin" û "Ji bo Rojava rabe ser piyan" yên bi zimanên Îngilîzî û Flemanî hatin vekirin, posterên Rêber Apo û sembolên aîdê Rêveberiya Xweser hatin hilgirtin.
 
Beriya daxuyaniya çapemeniyê Berpirsa Komîteya Dîplomasiya PYD'ê ya Ewropayê Mizgîn Ehmed, Endamê Meclîsa Ewropayê ya Rêveberiya Xweser Dr. Abdulkerîm Omer, Endamê Komaleya Hêvî Ekrem Hemo û Endamê Partiya Yekîtiya Demokratîk a Kurdî li Sûriye Mihemed Hebo axivîn. Di axaftinan de bertek nîşanî êrîşên dewleta Tirk û çeteyên wî dan. Her wiha bertek nîşanî bêdengiya dewletên Ewropayê ya li dijî êrîşan dan.
 
Piştî daxuyaniyê Hevserokê NAV-BEL’ê Tahir Orak axivî û bertek nîşanî êrîşan da û banga mezinkirina têkoşînê kir.
 
Di dawiya daxuyaniyê de bang li hemû hêzên eleqeder û civaka navneteweyî hate kirin ku li dijî êrîşên dewleta Tirk û çeteyên wî rabin û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi tenê nehêlin û wiha hate gotin: “Em bang li Kurdistanî û dostên wan dikin ku weke di dema Kobanê de berê xwe bidin Rojava û li her derê Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê biparêzin.”