Rûniştina rojnameger Elîf Aygul hat dîtin

  • 14:56 30 Îlon 2025
  • Hiqûq
 
 
STENBOL –Yekem rûniştina Rojnameger Elîf Aygul, ku di çarçoveya lêpirsîna HDK'ê de doz lê hatibû vekirin, hat dîtin.
 
Yekem rûniştina doza rojnamevan Elif Akgul, ku di çarçoveya lêpirsîna Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) de bi sûcê "endamtiya rêxistinê" tê darizandin, li Dadgeha Cezayê Giran a 25'emîn a Stenbolê hat lidarxistin.
 
Elif Aygul û parêzerên wê, her wiha endamê HDK Mehmet Saltoglu û parêzerên wî, ku ew jî bi heman dosyayê de têne darizandin, beşdarî danişînê bûn.
 
Di danişînê de, heyeta dadgehê biryar da ku materyalên dîjîtal ên hatine girtin vegerînin û qedexeya derketina derveyî welêt û şertê kontrola edlî berdewam bikin, di heman demê de danişîna din ji bo 4'ê Kanûnê hat taloqkirin.