Rûniştina rojnameger Elîf Akgul hat dîtin 2025-09-30 14:56:26       STENBOL –Yekem rûniştina Rojnameger Elîf Akgul, ku di çarçoveya lêpirsîna HDK'ê de doz lê hatibû vekirin, hat dîtin.   Yekem rûniştina doza rojnamevan Elif Akgul, ku di çarçoveya lêpirsîna Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) de bi sûcê "endamtiya rêxistinê" tê darizandin, li Dadgeha Cezayê Giran a 25'emîn a Stenbolê hat lidarxistin.   Elif Akgul û parêzerên wê, her wiha endamê HDK Mehmet Saltoglu û parêzerên wî, ku ew jî bi heman dosyayê de têne darizandin, beşdarî danişînê bûn.   Di danişînê de, heyeta dadgehê biryar da ku materyalên dîjîtal ên hatine girtin vegerînin û qedexeya derketina derveyî welêt û şertê kontrola edlî berdewam bikin, di heman demê de danişîna din ji bo 4'ê Kanûnê hat taloqkirin.