‘Bila ji bo aştî û demokrasiyê mafê hêviyê pêk bê’

  • 09:04 26 Îlon 2025
  • Ramyarî
 
 
WAN-Jinên siyasetmedar der barê mafê hêviyê de axivîn û diyar kirin ku ji bo pêvajo bigihêje encamekê divê şert û mercên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bên başkirin û gotin: “Mafê hêviyê mafekî qanûnî ye. Tirkiye vî mafî pêk nayne û sûc dike. Di serî de ji bo Abdullah Ocalan û hemû girtiyên din divê mafê hêviyê pêk bê û tecrîd bi dawî bibe.” 
 
Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê (KWKE) biryara xwe ya têkildarî “Koma Gurban” ku “Mafê hêviyê” yê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û girtiyên din di 18’ê Îlonê de da. Komîteyê ku dema berê ji bo avêtina gavan salek dem dabû Tirkiyeyê, careke din heta Hezîrana 2026’an dem da Tirkiyeyê. KWKE heta hezîrana 2026’an ji Tirkiyeyê gavek şênber dipê. Siyasetmedarên Kurd û nûnerên civaka sivîl diyar kirin ku ji bo pêvajoya aştiyê erênî bimeşe divê demildest mafê hêviyê pêk bê, tecrîd bê rakirin û girtiyên nexweş bên berdan.
 
‘Em di mafê hêviyê de bi israrin’
 
Endama meclîsa Şaredariya Tûşbayê Leyla Çelîk da zanîn ku bi banga ‘aştî û civaka demokratîk’ a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re ketine pêvajoyek nû û wiha got: “Çek hatin berdan. Em ketin pêvajoyek nû. Piştî biryara feshê ya PKK’ê li meclîsê komîsyonek hat avakirin. Daxwaza ji komîsyonê ev bû ku girtiyên nexweş bên berdan. Di vê mijarê de mafê hêviyê girînge. Divê sererastkirinên qanûnî bên kirin. Divê mafê hêviyê ji bo Abdullah Ocalan û girtiyên din pêk bê. Em di mafê hêviyê de bi israrin.”
 
‘Ji bo pêvajoyê divê mafê hêviyê pêk bê’
 
Endama Meclîsa Şaredariya Rêya Armûşê Oznur Evîn daxuyakirin ku hemû gel daxwaza pêkanîna mafê hêviyê dikin û ev tişt anî ziman: “Ji bo hemû girtiyên nexweş divê demildest mafê hêviyê pêk bê. Di serî de ji bo Birêz Ocalan û hemû girtiyan divê bikeve jiyanê. Mafê hêviyê tê wteya demokrasiya civakî û azadiyê. Di vê nokteyê de em daxwaza mafê hêviyê dikin. Ji bo pêvajoyê divê Tirkiye gava ji bo mafê hêviyê bavêje.”
 
‘Em ji dewletê gavê dipên’
 
Munevver Îlîngî destnîşan kir ku divê azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pêk bê û wiha dirêjî dayê: “Divê mafê hêviyê pêk bê. Bi pêvajoya di 27’ê Sibatê de destpêkiriye mafê hêviyê jî pêwist bûye. Divê tecrîda li ser Birêz Ocalan bidawî bibe, mafê hêviyê pêk bê. Em ji dewletê gavê dipên.”
 
‘Em mafê hêviyê diparêzin’
 
Endama Meclîsa Şaredariya Tûşbayê Mizgîn Avras jî wiha axivî: “DMME’yê tespîta "mafê hêviyê ji bo kesekî 25 sale girtiye heye" kiriye. Divê ev maf pêk bê.  Em jî vê diparêzin. Divê mafê hêviyê bê nasîn. Divê mafê hêviyê di serî de ji bo serokatiyê û hemû girtiyan pêk bê.”
 
‘Em ê ji bo vê têbikoşin’
 
Endama meclîsa şaredariya Artemêtê Berîvan Polat jî ev nirxandin kir: “Em li her derê mafê hêviyê tînin ziman û dibêjin ku divê ev maf pêk bê. Em têkoşîna vê didin.  Ji bo mafê hêviyê ji bo serokatî û girtiyan pêk bê em ê têkoşîna xwe bidomînin.”
 
Endama meclîsa şaredariya Artemêtê Medya Mermît jî balkişand ser mijarê û daxuyakirin ku di meşa mafê hêviyê ya li Wanê pêk hatiye de polîsan bi awayekî tund êrîş kiriye û got: “Li hember mafê herî esas jî êrîş hene. Ev jî li dijî rihê pêvajoyê ye. Ev mafekî qanûnî bû. KWKE heta 1’ê hezîrana 2026’an dem da Tirkiyeyê. Divê vê di pêvajoyê de dewlet gava şênber bavêje.”