Şaredariya Erxeniyê ji bo daxwazên jinan bû bersiv

  • 09:05 26 Îlon 2025
  • Ked/Aborî
 
 
AMED - Hevşaredara Erxeniyê Bîrsen Azak Bayar der barê bazara taxê ya jinan ku wê li Erxeniyê bê avakirin de axivî û got: “Li bazara ku em ê bikin jiyanê, jin wê berhemên xwe, hilberînên ji baxçeyên xwe, berhemên keda destên xwe bifroşin.”
 
Li navçeya Erxenî ya Amedê ji bo îstîhdama jinan Bazara Taxê ya Jinan tê avakirin. Serlêdanên ji bo bazara ku wê bê avakirin navbera 4 û 30’ê îlonê de tê kirin. Jin li vê bazarê wê berhemên xwe, hilberînên ji baxçeyên xwe bînin li vir bifroşin. Hevşaredara Erxeniyê Bîrsen Azak Bayar der barê mijarê de axivî.
 
‘Em ê qadên rêxistinbûna jinan a komunal ava bikin’
 
Bîrsen Azak Bayar da zanîn ku ji bo bandorên neyînî yên krîza aborî kêm bikin û piştgiriyê bidin jinên hilberîner ev bazar ava kirine û wiha got: “Armanca me ev e ku em jinên hilberîner bînin gel hev û berhemên wan bînin bazarê. Heman demê de em dixwazin ji bo jinan qada îstîhdamê biafirînin. Ji bo pêşî li tundiya aborî bê girtin em ê qadên rêxistibûna jinan a komunal ava bikin.”
 
‘Me li jinan guhdar kirin’
 
Bîrsen Azak Bayar daxuyakirin ku serlêdanên ji bo bazarê navbera 4-30’ê îlonê de tên kirin û di berdewamiyê de wiha got: “Me wek jinên Erxenî ewil fîzîbîlîteya bazarê kir. Em bi jinan re hatin gel hev. Me li daxwazên jinan guhdar kir û pêşniyarên wan ên di qada aboriyê de tespît kir. Jinan di alî aborî de daxwaza cihên kar kirin. Jinan gotin ku dixwazin tiştên ji baxçeyên xwe hildiberînin, berhemên keda destê xwe  bifroşin. Me jî ev li meclîsa xwe ya jinan nirxand. Me biryara avakirina bazarê girt.”
 
‘Binesaziyeke ku diçe koperatîfê dikare bê avakirin’
 
Bîrsen Azak Bayar got armanca wan ev e ku binesaziya ku diçe koperatîfê ava bikin û wiha dawî lê anî: “Em ewil wek bazarê difikirin. Piştre em dixwazin bên gel hev û di bin sîwaneyekê de bên cemhev. Serlêdanên me didomin. Em ji jinên li bazarê bicih dibin bacê nagirin. Em her tim piştgiriya xwe didomînin.”