Ji gundiyên Îkîzkoy bang: Em dest ji axa xwe bernadin

  • 09:02 28 Îlon 2025
  • Ekolojî
 
 
MUGLA - Gundiyan Îkîzkoy bertek nîşanê rakirina darên zeytunan yên li Daristana Akbelen ku 15’ê îlonê de hat kirin dan û gotin wê destûr nedin rakirina darên zeytûnan.
 
Bi armanca firehkirina qada madena lînyît ya ji santralên termîk yên Yenîkoy-Kemerkoy re sotemeniyê pêk tîne di 2019’an de xebat destpêkiribû. Lê gundiyan li dijî vê talanê dest bi berxwedanê kiribû. Bi qanûna hejmar 7554 a ku bi armanca pêşiya şîrketên enerjî û madenê vebike hatibû amadekirin û di 27’ê Tîrmehê de ket meriyetê, ewil darên zeytûnan hatin hedef girtin. 
 
Darên li Daristana Akelen a li taxa Îkîzkoy a girêdayê navaçeya Mîlas a Muglayê, di 15’ê îlonê de ji aliyê şîrketa Yenîkoy-Kemerkoy ve hatin rakirin û veguhestin. Şîrket bi leşkeran ket daristanê û piştî berxwedana gundiyan çend dar hatin rakirin û ji daristanê vqetiyan. Gundî diyar dikin ku heta ev qanûn neyê rawestandin dar di bin tehdîda şîrketê de ne. Di 18’ê tebaxê de 77 welatiyî li dijî rawestandina qanûnê serî li 8’emîn Daîreya Daniştayê dan lê hîna encamek nehatiye girtin.
 
Li aliyê din YK Enerjiyê got di 10’ê îlonê de bi Komeleya Parastina Tabîatê ya Xwezayê (TTKD) re ji bo veguhestina daran protol îmze kirine. Li gorî daxuyaniyê di çarçoveya peymanê de wê sê raporên der barê veguhestina daran de bê amadekirin û rayagiştî bê agahdakriirn. Gundiyan da zanîn ku ev vê peymana TTKD’ê ya bi şîrketê re qebûl nakin û gotin vê qada zeytûnan tê talankirin.
 
Gundiyên Îkîzkoy bertek nîşanê rewşê dan û gotin ew dest ji axa xwe, ava xwe, zeytûnên xwe bernadin.
 
‘Parastina axa xwe sûc e?’
 
Aytaç Yakar got 7 sale têdikoşin û got li qadê darên wî tunene lê yên gundiyên din hene û got: “Em axa xwe, ava xwe nadin wan. Her ku em dibêjin em nadin Lîmak, Îştaş hat li ser axa me runişt. Hatin li cihê me kon vedabû veguhertin qerekolê. Qerekola Lîmakê. Kî bipirse em dibêjin qerekola Lîmakê. Me bihist ku dikevin nav darên zeytûnan. Em 5-6 heval çûn ser gir. Me dîtin ku daran radikin. Me got wisa nekin, fêkiyên wan li ser in. Leşkerên Lîmakê keyayê me girtin û hevalên me li qereolê îfade dan. Me çi kiriye gelo? Parastina axa xwe sûc e. Em ne zarokên vê axê ne. Em ê destur nedin vê talanê.”
 
Ji gundiyan banga piştgiriyê
 
Melahat Çulha jî da zanîn ku ewil ji bo kontrolê hatin û agahî dane keya û got: “Em bi gundiyan re çûn qadê. Bi hatina gundiyan re şûnde vegeriyan. Roja din derketine jor û darên wir rakirine. Li aliyekî şîrketêne cih vekirine û gotin dibin wir diçînin. Gelo niha tê çandin? Hadî em bêjin yên erdê wan hene dibin, lê erdê min tuneye ez bibim biçînim. Ez bibim mala xwe biçînim. Cihê min tuneye. Ez  ê bibim ku? Li vir 48 gund hene û hemû daran radikin. Wê ev der bên tunekirin. Wê bibin ku derê? Em berxwe didin em destur nadin. Em banga piştgiriyê dikin bila her kes piştgiriyê bidin me.”