
Jinên Wanê ji bo meşa azadiyê derketin rê
- 15:33 30 Îlon 2025
- Rojane
WAN - Jinên ji Wanêku dê beşdarî meşa "Em bi Hêviyê Ber bi Azadiyê Ve Dimeşin" a TJA bibin, ber bi Amed ve ketin rê.
Jinên ji bajarên Kurdan ên ku pêşengiya meşê dikin, ku dê sibê ji Amed ber bi Enqerê ve bi dirûşmeya "Em bi Hêviyê Ber bi Azadiyê Ve Dimeşin" dest bi rêwîtiya xwe ya ber bi Amed ve kirin. Çil jinên ji Wanê li avahiya bajêr a Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) kom bûn û bi qîrîna dirûşmên wekî "Be Serok jiyan nabe", "Bijî Serok Apo" û "Jin jiyana azad" bi girseyî ber bi Parka Aştiyê ya Musa Anter ve meşiyan.
Jinên ku bi wesayîtê ji bo meşê ber bi Amed ve ketin rê, bi lîlandin û kulîlkan ji bajêr hatin şandin.