
Çeteleya meha Tîrmehê: 28 jin hatin qeitlkirin 25 mirinên bi guman
- 09:05 6 Tebax 2025
- Çeteleya Tundîyê
Yeşîm Oruç
NAVENDA NÛÇEYAN - Li gorî çeteleya meha Tîrmehê 28 jin û sê zarok hatin qetilkirin û 25 jinan jî bi guman jiyana xwe ji dest dane.
Jin û zarok her roj bi tundiya sîstematîk, destdirêjî û êrîşên zayendî re tên rû hev. Polîtîkayên dewletê yên bêcezahiştinê, gumanbaran diparêze. Mirinên biguman ên jinan piranî wek ‘întîxar’ derbasî qeydan dibin û dosyên tên girtin ya jî qet nayên vekirin. Tevî vê tundiya ku her diçe zêde dibe jin dest ji têkoşîna maf bernadin. Têkoşîna edaletê didomînin.
Li gorî daneyên ku ajansa me ji çapemeniyê berhev kirine, di meha Tîrmehê de 28 jin û 3 zarok hatine qetilkirin û 25 jinan jî bi guman jiyana xwe ji dest dane.
Gumanbar yên herî nêzin
8 jin ji aliyê hevjîn, yek ji aliyê xezur, yek ji aliyê bira, 6 heb ji aliyê kesên bi wan re hatine zewican an bi wan re dijîn, jinek ji aliyê kurê xwe, du jin ji aliyê nasên xwe ve, sê jin ji aliyê xizmên xwe ve, sê jin ji aliyê mêrên dest jê berdane, jinek ji aliyê mêrê ku jê veqetyaye, jinek ji aliyê mêrê ku pê re di asta destberdanê de bû ve hat qetilkirin.
Li borî bajaran jinên hatine qetilkirin
Li Stenbolê 5,li Amedê 3,li Amasyayê 1, li Antalyayê 1,li Zonguldakê 1,li Samsunê 1, li Ardahanê 1, Enqereyê 1, Meletiyê 2, li Bartınê 1, li Eskişehîrê 1,li Muglayê 1, li Îzmîrê 1, li Mereşê 1,li Mersînê 3, li Denizliyê 1 , li Edirneyê 1, li Edeneyê 1 û Hatayê jî 1 jin hat qetilkirin.