Dosyaya 11 rojnamegeran paşve hate şandin

  • 13:52 29 Îlon 2025
  • Hiqûq
 
ENQERE - Dadgeha Edliye ya Herêmê dosyaya 11 rojnameger jê tên darizandin, bi sedema ewraqên kêm dîsa ji dadgeha herêmî re şand. 
 
Dadgeha Edliye ya Herêmê, dosyaya 11 rojnameger jê tên darizandin, bi sedema ku di dosyayê de ewraqên kêm dîsa ji dadgeha herêmî re şand. Ji ber ku di dosyayê de belgeyên fezleke, binçavkirin, girtin û îfadeyê di dosyayê de nebûn, dadgeha diyar kir ku derfeta venêrîna darizandinê nîne û biryar da ku bêyî ku dosya were lêkolînkirin dîsa ji dadgeha herêmî re bê şandin. Biryar, di 23’yê Îlonê de bi piraniya dengan hate dayin û hate gotin ku piştî temamkirina kêmasiyên di dosyayê de dikare dîsa ji îstînafê re were şandin. 
 
Çi bibû?  
 
Di 29’ê Cotmeha 2022’yan di çarçoveya lêpirsîna navenda wê Enqereyê de nûçegihanên Ajansa Mezopotamyayê (MA) Dîren Yurtsever, Bêrîvan Altan, Salman Guzelyuz, Hakan Yalçin, Emrullah Acar, Ceylan Şahînlî, Zemo Aggoz û Denîz Nazlim, nûçegihanên JINNEWS’ê Habîbe Eren û Oznûr Deger û stajyerê MA’yê yê berê Mehmet Gunhan hatin binçavkirin. 
 
Zemo Aggoz bi şertê hefsa malê, Mehmet Gunhan jî bi şertê kontrola edlî hatibû berdan. Nûçegihan Bêrîvan Altan, Selman Guzelyuz, Hakan Yalçin, Emrullah Acar, Ceylan Şahînlî, Habîbe Eren, Oznûr Deger û Denîz Nazlim jî hatibûn girtin. Rojnameger, di 16’ê Gulana 2023’yan de hatibûn berdan. 
 
Di encama darizandinê de 6 sal û 3 meh cezayê hefsê li Bêrîvan Altan, Selman Guzelyuz, Dîren Yurtsever, Hakan Yalçin, Emrullah Acar, Zemo Aggoz, Denîz Nazlim û Oznûr Degerê hatibû birîn. Ji bo Ceylan Şahînlî, Habîbe Eren û Mehmet Gunhan jî biryara beraetê hate dayin. 
 
Dadgeha herêmî, serî li îstînafê dabû.