Xizmeta înternetê li Efxanistanê di rewşa rawestandinê de ye

  • 14:44 30 Îlon 2025
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Talîban, her roj qedexeyên nû zêde dike. Talîban xetên optîk fiber qut kir, ev yek bû sedem ku li Efganistanê xizmetên telefon û înternetê bisekine.
 
Rêveberiya Talîbanê xeta optîk fîber, ku Efxanistanê bi cîhanê ve girêdide, qut kir û danûstandinên di nav welat de rawestiyan. Talîbanê ragihand ku ev qutkirin bi hinceta “pêşîlêgirtina gunehê” hatiye kirin.
 
Li gorî daneyên NetBlocks, Navenda Ewlehiya Sîber, li seranserê welat asta gihîştina înternetê heta ji sedî 14 kêm bûye. Li gorî rojnameya The Guardian, Talîban ji destpêka Îlonê ve zextên xwe li ser leza înternetê zêde kiriye. Di 16ê Îlonê de, berdevkê wîlayeta Belxê, Attaullah Zaid, gotibû: “Alternatîfên ku pêwîstiyên danûstandinê pêk bînin wê bên çêkirin.”
 
Bi qutkirina xeta fîberê, ne tenê înternet, lê xizmetên telefonê yên girêdayî binesaziya înternetê jî rawestiyan. NetBlocks di daxuyaniya xwe de got: “Qutkirina xetên fîberê, telefon û mobîlên sabît jî bêdeng kiriye.”
 
Înternet, piştî qedexeyên Talîbanê yên sala 2022’an, ji bo gelek jinên Efxan, ku mafên xebatê û perwerdeyê ji dest dan, bûye wek simîdê canê. Jinên Efxan, ji ber qedexeya perwerdeyê, berê xwe dabûn perwerdeya serhêl (online). Lê qutbûnên bêserûber ên kehrebeyê û înternetê, gihîştina dibistan û zanîngehên serhêl zehmet kiribû. Niha, bi temamî qutkirina înternetê, şansê perwerdeya serhêl û xebata ji bo hinekan bi dawî dibe.
 
Talîban, ku di 15’ê Tebaxa 2021’ê de Kabul xist bin kontrola xwe û bi navê Emîrtiya Îslamî ya Efxanistanê vegeriya ser desthilatê, ji wê demê ve hiqûqa Îslamê li gorî nêrîna xwe ferz dike. Dûrxistina jinan ji perwerdeyê, qedexekirina çalakiyên çandî, zextên li ser medyayê û qutkirina têkiliyan nîşan dide ku ev polîtîkayek sîstematîk e.