Endamên Die Linkê: Tevgera Azadiyê ya Kurd gavek mezin avêt

  • 09:04 30 Îlon 2025
  • Rojane
Oznur Deger - Neslîhan Kardaş 
 
WAN - Endamên Partiya Die Linke ya Almanya, li ser pêvajoya "Aştî û Civaka Demokratîk" nirxandin kirin û gotin, "Tevgera Azadiyê ya Kurd gaveke mezin avêt. Niha, pêşveçûna pêvajoya aştiyê bi gavên ku Tirkiye biavêje ve girêdayî ye."
 
Banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo "Aştî û Civaka Demokratîk" di 27'ê Sibatê de li seranserê Tirkiye, Kurdistan û Rojhilata Navîn deng veda û li Ewropayê jî bi balkêşî tê temaşekirin. Banga ku hêviya aştî û demokrasiyê li Rojhilata Navîn xurt dike, her ku diçe zêdetir tê qebûlkirin, gel jî ji bo aştiya cîhanê bi hêvî ne. Di vê çarçoveyê de, kampanyayên cîhanî ji bo azadiya Abdullah Ocalan berdewam dikin û her ku pêvajoya nû dest pê kiriye, kesayetên navdar ji çar aliyên cîhanê piştgiriyê didin kampanyaya "Ez dixwazim bi Abdullah Ocalan re hevdîtin bikim".
 
Endamên Partiya Die Linke (Partiya Çep) ya Almanya di gera du hefteyan a li Kurdistanê de pêvajoya aştiyê şopandin. Di vê çarçoveyê de, şandeya Alman gelek bajarên Kurdistanê yên wekî Amed, Mêrdîn, Wan û Colemêrgê ziyaret kirin. Şandeyê  çavdêrî û nirxandinên xwe ji ajansa me re ragihandin.
 
'Pêvajoya aştiyê ji bo bidawîkirina şer li cîhanê pir girîng e'
 
Endama Die Linke Sarah Schnitzler diyar kir ku şandeyek ji Partiya Die Linke ya Alman serdana pênc bajarên cuda yên Kurdistanê kiriye. Schnitzler destnîşan kir ku ew bi Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî), sendîka û gelek sazî û rêxistinan re civiyane û got, "Wekî çepgirên Alman, em xwe berpirsiyar dibînin ku piştgiriyê bidin pêvajoya aştiyê. Dewleta me, hikûmeta me bi salan e li ser Kurdistan, Tirkiye û gelê Kurd zilmê dike. Em dixwazin dengên cuda ji bo hevgirtina navneteweyî û aştiya navneteweyî bibihîzin, û em dixwazin ku ev deng werin bihîstin. Em jî ji hikûmeta xwe dixwazin ku hêz û dîplomasiya xwe bi kar bîne. Em dixwazin ku hikûmeta me ji bo aştiyê zextê li hikûmeta Tirkiyeyê bike. Em dixwazin hemû bazirganiya çekan raweste. Her wiha em dixwazin ku zilm û zordariya Tirkiye û Almanya ya li ser penaberan bi dawî bibe. Pêvajoya aştiyê ji bo bidawîkirina şer li Rojhilata Navîn bi taybetî û li cîhanê bi giştî pêvajoyek pir girîng e."
 
"Me mezinbûna tevgera Kurd dît"
 
Sarah Schnitzler, çavdêriyên xwe yên li Kurdistanê vegot û wiha berdewam kir, "Em par hatin vir da ku hilbijartinan bişopînin. Tevî hemû zextan,  DEM Partî di hilbijartinên şaredariyê de piraniya dengan bi dest xist. Vê yekê nîşanî me da ku tevgera Kurd çiqas mezin e,  Lêbelê, salek şûnda, ji bo şaredariyên DEM Partiyê qayim hatin tayînkirin. Me dît ku mirov çiqas westiyayî ne. Ew qezenc dikin û piştre jî winda dikin. Gelek kesên ku em bi wan re axivîn ji me re gotin ku komeleyên siyasî hatine girtin. Mînak, li Colemêrgê ku berê 43 komele hebûn, niha tenê pênc mane. Her çend pêvajoyên aştiyê yên berê ji hêla dewletê ve hatine têkbirin jî em dikarin bibînin ku mirov hîn jî ji bo gavên mezin ên ku werin avêtin bi hêvî ne. Em  bi gelek rêxistinan re axivîn û dît ku ew dixwazin bi me re biaxivin. Em bawer dikin ku hevgirtina navneteweyî pir girîng e ji ber ku em dibin dengê wan û dengê wan tê bilindkirin. Em ê dîsa vegerin wan bibînin û em pir kêfxweş in ku li vir in.”
 
‘Tevgera Azadiya Kurd gaveke mezin avêt’
 
Endamê Die Linke Mino Soleimani diyar kir ku banga Abdullah Öcalan a ji bo danîna çekan pir girîng û dîrokî ye, û tekez kir ku ev bang çiqas ji bo gelên li Kurdistanê dijîn girîng e. Mino Soleimani tekez kir ku şer bi dehan sal in li Kurdistanê didome û got, “Di encama vî şerî de gelek kes mirine, û gelek ji wan di zindanan de ne. Divê ev rewş niha bi dawî bibe. Pêvajoya aştiyê ne tenê ji bo Kurdan, lê ji bo gelên Tirkiyeyê, Kurdistanê û hemû cîhanê girîng e. Tevgera Azadiya Kurd li Tirkiyeyê gaveke mezin avêtiye. Niha, pêşveçûna pêvajoya aştiyê bi gavên ku Tirkiye diavêje ve girêdayî ye. Em bang li hemû enternasyonalîstan dikin ku piştgiriyê bidin Tevgera Azadiya Kurdistanê û pêvajoya aştiyê. Dema ku Kurdistan azad bibe, em jî dikarin azad bibin."
 
'Divê Tirkiye dagirkeriya xwe bi dawî bike'
 
Di dawiyê de, endama Die Linke Eva Maibergev tekez kir ku divê hikûmeta Tirkiyeyê li gorî berjewendiyên Kurdistanê û gelê Kurd tevbigere. Eva Maibergev anî ziman  ku pêvajoya aştiyê nikare bi yekalî bimeşe û diyar kir ku divê azadiya hemû girtiyan, bi taybetî Abdullah Öcalan, ferz e. Eva Maibergev piştgiriya xwe ji bo kampanyaya "Ez dixwazim bi Abdullah Ocalan re hevdîtinÊ bikim" anî ziman û got, "Divê Tirkiye dagirkeriya xwe ya li ser Kurdistanê bi dawî bike û azadiya hemû gelên li Tirkiyeyê misoger bike ku bi ziman û çanda xwe bijîn."