Abullah Ocalan ji gelê Şengalê re peyamek nû şand

  • 11:57 30 Îlon 2025
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan peyamek ji xelkê Êzidî, bi taybetî jî ji gelê Şengalê re şand. Peyam wê bi daxuyaniyeke çapemeniyê ji raya giştî re bê ragihandin.
 
Li gorî agahiyan, endamên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Şengalê wê bi civîneke çapemeniyê peyama Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a ji bo xelkê Şengalê bi raya giştî re parve bike. Li gorî Çira TV'yê daxuyanî wê bi dema herêmê saet di 15:00 de li Şengalê bê dayin.
 
Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan beriya niha 2 caran peyamên taybet ji Şengalê re şandibû. Di yek ji peyaman de pêvajoya ‘Aştî û Civaka Demokratîk’ weke ronesansa civaka Êzidî pênase kiribû. Abdullah Ocalan destnîşan kiribû ku bi pêvajoyê re êdî dema fermanan qediyaye.