
'Desthilatdariya siyasî ji kuştina jinan sûcdar e'
- 09:03 30 Îlon 2025
- Rojane
ÎZMÎR - Nûnera KCDP ya Îzmîrê Tulîn Osmanogullari, destnîşan kir ku îlankirina "Sala Malbatê" ne polîtîkayeke nû ye û piştî Peymana Stenbolê polîtîkayên ku dijminatiya jinan dike zêde bûne û got ku desthilatdariya siyasî ji kuştina jinan sûcdar e.
Kuştina jinan li Tirkiyeyê zêde dibe. Li gorî daneyên ku ajansa me ji nûçeyên çapemeniyê berhev kiriye, tenê di heşt mehên pêşîn ên sala 2025'an de 201 jin hatine kuştin. Li gorî daneyan, jin pir caran di nav malbatên xwe de, ji hêla mêrên herî nêzîkî wan ve hatine kuştin. Tevî belavbûna şîdeta mêran di nav malbatan de, hikûmet mafên jinan ên ku mafê wan ê jiyanê garantî dikin ji wan bêpar dike.
Her çend hikûmetê di pêşxistina polîtîkayên ji bo pêşîgirtina li tundî û komkujiyên li dijî jinan de bi ser neket jî, wê sala 2025'an wekî "Sala Malbatê" îlan kir û polîtîkayên ku wekheviya zayendî red dikirin û jinan di nav tundiya navmalî de asê dihiştin, pêk anî.
Lê belê, rêxistinên jinan vê yekê wekî "siyaseta dijminatiya jinan" a bi zanebûn bi nav dikin. Nûnera Platforma Em ê Cinayetên Jinan Rawestînin (KCDP) a Îzmîrê Tulîn Osmanogulları, li ser deklarasyona "Sala Malbatê" ji ajansa me JINNEWS'ê re axivî.
Armanca 'Sala Malbatê'
Tulîn Osmanogulları, di destpêka axaftina xwe wiha bal kişand ser îlankirina "Sala Malbatê": "Bi rastî, îlankirina Sala Malbatê encama siyasetekê bû ku ji dema betalkirina Peymana Stenbolê ve hatiye şopandin û hewl hatiye dayîn ku were bicîhanîn. Çi qewimî? Mînakî, xwişkên manevî li wargehan hatin bicihkirin. Li şûna psîkologan, xwişkên manevî yên ku ji Fakulteya Îlahiyatê mezûn bûne hatin tayînkirin. Ofîsên Rêberiyê li taxan dest pê kirin. Karbidestên olî yên ku ji Lîseyên Îmam Hatîp, bêyî ti jêhatîbûnê, mezûn bûn, hatin tayînkirin. Armanc ev bû: Berî ku serlêdana hevperdanê, jinên ku di nava malê de şîdetê dibînin werin Ofîsên Rêberiyê û pirsgirêkên xwe bêjin. Çi şîret hat dayîn? 'Herin malê, teslîmî şîdetê bibin û wê avahiya malbatê biparêzin'. Piştre, hat îdiakirin ku ew qurbaniyên 6284 in û 6284 ji bo nîqaşê hate vekirin û hewl hatin dayîn ku naveroka qanûnê bê valakirin. Di dawiyê de, di encama van hemû polîtîkayan de, wan sala 2025'an bi fermî wekî 'Sala Malbatê' îlan kirin. Armanca wan xurtkirina malbatan bû. Ew malbata bihêz, malbata pîroz ku wan jê re digotin, jinan di 'Sala Malbatê' de sînordar kir. Peyama ji bo mêran ev bû; 'Mafê we heye ku hûn serî li her cure tundiyê bidin. Ger jinek li dijî vê yekê derkeve, ger ew biryar bide ku li ser pêşeroja xwe biryarek bide, tundiyê red bike û ji hev veqete, hûn dikarin wê bikujin."
'Kuştina jinan ne tesadûf e'
Tulîn Osmanogullari, tekez kir ku "Sala Malbatê" bû sedema zêdebûna kuştina jinan û wiha got: "Gelo di welatekî de ku rojane sê, carinan pênc jin tên kuştin, gelo tesadufeke wisa mimkun e? Gelo ev bûyerek takekesî ye? Ne mumkin e. Ev pergalek e, siyasetek tê sepandin. 'Sala Malbatê', dema ku ewqas kuştinên jinan hene, bûne sedema zêdebûna hejmara komkujiyan. Ji ber vê yekê em dibêjin, 'Sûcdar ne kesek tenê ye.' Çawa ku di vî welatî de 'reîs' heye, bi 'Sala Malbatê' re, ji bo her malê reîsek zilamek ji bo rêvebirina hemî malan tayîn dikin. Ji ber vê yekê ez dibêjim ku tu kes tenê sûcdar nîne. Kujerên jinan di heman demê de wezîr in ku hewl didin vê yekê bicîh bînin, yên ku tevahiya vî welatî birêve dibin û desthilatdariya siyasî bi xwe ne."
Fetwayên tên dayîn...
Tulîn Osmanogulları, bal kişand ser daxuyaniyên Diyanetê û wiha bi lêv kir: "Herî dawî, wan fetwayek derbarê rêziknameya cil û bergan de dan. Piştre wan fetwayek derbarê mafên mîrasê de dan. Bi her awayî ew tu cîh nadin jinan. Ew dixwazin wan di malên wan de bihêlin, bi tevahî ji jiyana giştî vekişînin. Ew dixwazin jinan bi tevahî di malên wan de bihêlin, wan nebînin û bi rêya demjimêrên xebatê yên nerm, piştgiriya zarokan û teşwîqên zewacê wan bikin siya, koleyan. Ji bo pêşîgirtina li kuştina jinan ne hewce ye ku kêvroşk ji kulikê were derxistin. Divê ew Peymana Stenbolê bêyî "eger" an "lê" bicîh bînin. Divê ew bi bandor 6284 bicîh bînin. Dema ku em daneyan diweşînin, em wan daneyan jî analîz dikin û çareseriyan pêşkêş dikin. Armanca me ne ew e ku em nîşan bidin ka çend jin hatine kuştin. Ewqas jin têne kuştin, lê çareseriyek heye. Çareserî ew e ku wekheviya zayendî pêk were. Çi vê yekê bi awayê herî berfireh çareser dike? Peymana Stenbolê berê bi tevahî hatiye lêkolîn kirin. 6284 bi hevkariya hemî rêxistinên jinan ên wê demê hatiye nivîsandin. Ew qanûnek e ku jinan diparêze. Eger ew bêyî "eger" an "lê" were bicîhanîn, kuştina jinan dê were rawestandin."
'Jiyaneke azad û wekhev biafirînin'
Tulîn Osmanoglulari, derbarê "Sala Malbatê" de mînakek da û wiha dawî li axaftina xwe anî: "19'emîn Dadgeha Malbatê ya Îzmîrê daxwaza hevberdanê ya jinek red kir. Ev yek nîşaneya 'Sala Malbatê' bû. Mêr ji malê derketiye û li gorî delîlên hatine bi dest xistin, vî kesî erkê xwe yê dilsoziyê di zewacê de binpê kiriye, debara malê nake. Bi mûçeya asgarî hewl dide 2 zorakên xwe xwedî bike. Dadgerî li gel rewşa heyî daxwaza hevberdanê red kir. Em dixwazin bi pirsin ji bo dayikê çi pêşniyar dikin? Ji bo zarokên xwe xwedî bike? Dadgeh di çarçoveya 'Sala Malbatê' biryar daye û jinê hepsê malê dike. Jinan mehkûmî xîzanî, birçibûn, bêkariyê dike. Ji ber vê sedemê em dibêjin dev jî 'Sala Malbatê' berdin. Divê di nava civakê de wekheviya zayendî li pêş bixin, ji bo jinan derfetên jiyana azad û wekhev biafirînin."