Komên li PE’yê komkujiya Elewiyan şermezar kirin

  • 18:16 11 Adar 2025
  • Rojane
NAVENDANÛÇEYAN - Di civînên giştî yên Parlamentoya Ewropayê (PE) de, komên siyasî êrîş û komkujiyên li ser Elewiyên li Sûriyeyê şermezar kirin û lihevkirina Kurdan a bi Şamê re silav kirin.
 
Komên siyasî yên Parlamentoya Ewropayê (PE) bang li civaka navneteweyî kirin ku li dijî komkujiyên ser Elewiyan bikevin nava liv û tevgerê û bal kişandin ser binpêkirinên mafên mirovan. Koman destnîşan kirin ku ew piştgiriyê didin peymana di navbera Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û hikûmeta demkî ya Şamê.
 
Koma Lîberal: Divê tundî bê şermezarkirin
 
Seroka Koma Lîberal (Renew Group) a PE’yê Valerie Hayer diyar kir ku li Sûriyeyê tolhilanîn û tundiya li dijî sivîlan dewam dike û êrîşên li ser Kurdan û Elewiyan şermezar kir û got, "Kiryarên bi vî rengî yên tundiya etnîkî û olî mînakên herî hovane yên binpêkirina mafên mirovan in. Divê li Sûriyeyê hemû pêkhate di nava rêveberiyê de cih bigirin.”
 
Koma Keskan: Divê Ewropa navbeynkariyê bike
 
Hevserokê Koma Keskan (EFA) Bas Eichout têkildarî zêdebûna tundiya li Sûriyeyê nêrînên xwe anî ziman û diyar kir ku peymana bi Kurdan re hêviyê dide û got, “Divê Yekîtiya Ewropayê wekî navbeynkarek bêalî tevbigere da ku aliyan bîne cem hev.”
 
Koma Çep: Divê êrîş demildest rawestin
 
Hevseroka Koma Çep a Parlamenta Ewropayê Manon Aubry ji bo parastina Elewiyan û hemû sivîlên li Sûriyeyê banga rawestandina êrîşan kir. Manon Aubry anî ziman ku peymana di navbera hikûmeta Şamê û Kurdan de (Rêveberiya Xweser) bi fermî naskirina zimanê Kurdî û parastina pêkhateyeke pirneteweyî hatiye pêşbînîkirin û diyar kir ku ev pêngav dikare berfirehtir bibe. Manon Aubry destnîşan kir ku divê Rêveberiya Xweser bi hemû pêkhateyên xwe bi şêweya niha berdewam bike.
 
Banga li civaka navneteweyî hat kirin
 
Hemû komên PE’yê de daxuyandin ku divê civaka navdewletî di çareserkirina aloziya Sûriyeyê de bi awayekî çalak rola xwe bilîze. Hat bibîrxiatin ku naskirina mafên Kurdan û parastina pêkhateya pirneteweyî ji bo siberoja Sûriyeyê xwedî girîngiyeke mezin e û hat gotin ku divê Yekîtiya Ewropayê xebatên xwe yên dîplomatîk zêde bike û poştgiriyê bide pêvajoya aştiyê.