
Civînên gel ên li Riha û Mereşê: Divê her kes rola xwe bilîze
- 13:30 11 Adar 2025
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Di civînên gel ên ku di çarçoveya bangawaziya “Aştî û Civaka Demokratîk” de li gelek navçeyên Riha û Mereşê hatin lidarxistin de, hat gotin ku “Divê her kes rol û mîsyona xwe bilîze.”
Tevgera Jinên Azad (TJA), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) di çarçoveya banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a "Aştî û Civaka Demokratîk" de li Riha û Mereşê civîneke gel li dar xistin.
Bêrecûk
Rêxistina DBP û DEM Partiyê ya Navçeya Bêrecûkê di çarçoveya bangawaziya "Aştî û Civaka Demokratîk" de civîneke gel li dar xist. Parlamenterê DEM Partiyê yê Rihayê Omer Ocalan, aktîvîsta TJA'yê Ayla Akat Ata, Berdevkê Komîsyona Gelan û Baweriyan a DEM Partiyê Yuksel Mutlu, Hevşaredara Bêrecûkê Bêrîvan Îlkaya Manas, endamên Meclîsa Dayikên Aştiyê û gelek kes tevlî civîna li avahiya navçeya DEM Partiyê bûn.
Di civîna ku bi deqeyeke rêzgirtinê destpê kir de, Parlamenterê DEM Partiyê Omer Ocalan axivî û got, "Li Rojhilata Navîn, Kurdistan û Tirkiyeyê her tim geşedanên nû diqewimin û atmosfera siyasî diguhere. Di 27'ê Sibatê de bangawazî ji aliyê Birêz Ocalan ve hat kirin. Vê bangê deriyê jiyanê ji her kesî re vekir. Divê her kes xwe li hemberî vê pêvajoya nû ya gelê Kurd bi rê ve bibe. Niha dema avakirina demokrasî, aştî û azadiyê ye. Divê her kes rol û mîsyona xwe bilîze. Heta niha zimanê vî gelî dihat înkarkirin û di asta herî jor de asîmîlasyon dihat meşandin. Birêz Ocalan dixwaze argumana derew a li hemberî Kurdan tê meşandin ji holê rake. Ev yek li her derê derbasdar e. Ji bo vê jî çi ji destê me bê em ê bikin."
Civîn ji çapemeniyê re girtî berdewam kir.
Xelfetî
Rêxistinên DBP û DEM Partî Xelfetî di çarçoveya bangawaziyê de civîneke gel li dar xistin.
Rêxistinên DBP û DEM Partî Xelfetî di çarçoveya bangawaziyê de civîneke gel li dar xistin. Parlamenterê Riha yê DEM Partiyê Omer Ocalan, Aktivîsta TJA'yê Ayla Akat Ata, Hevberdevkê Komîsyona Gel û Baweriyan a DEM Partiyê Yuksel Mutlu, endamên Meclîsa Dayikên Aştiyê û gelek kes beşdarî civîna li avahiya navçeya DEM Partiyê bûn.
Li dû axaftinên civîna ku bi deqeyek rêzgirtinê destpê kir, banga tevlîbûna ji bo Newrozê hat kirin.
Civînê ji çapemeniyê re girtî berdewam kir.
Curnê Reş
Rêxistinên DBP û DEM Partiyê yên navçeya Curnê Reş civînek li dar xistin.
Rêxistinên DBP û DEM Partiyê yên navçeya Curnê Reş civînek li dar xistin. Endama Koordînasyona Jinan a Navendî ya DEM Partiyê Gulbahar Gunduz, Dayikên Aştiyê yên Curnê Reş, Hevşaredarên Curnê Reş Serhan Paydaş û Garîp Yeşîl û gelek kes beşdarî civîna li avahiya navçeya DEM Partiyê hatin lidarxistin bûn.
Di civîna ku bi deqeyeke rêzgirtinê destpê kir de Hevseroka DEM Partiya Rihayê Sema Aişeoglû axivî û diyar kir ku banga dîrokî li cîhanê deng veda û got, “Piştî banga Ocalan gelek nîqaş hatin destpêkirin. Ji bo banga birêz Ocalan rast were fêmkirin divê em 24 saetan erka xwe pêk bînin."
Civîn ji çapemeniyê re girtî berdewam kir.
Mereş
Rêxistinên DBP û DEM Partiya bajarê Mereşê civînek li dar xistin. Parlamentera DEM Partiyê ya Şirnexê Newroz Uysal, Hevserokê Komîsyona Xebatê ya DEM Partiyê Mehmet Bozgeyik, Endama Meclîsa Partiyê ya DEM Partiyê Fatma Koçyîgît, nûnerên rêxistinên girseyî yên demokratîk û gelek kes beşdarî civîna li avahiya bajêr a DEM Partiyê bûn.
Civîna ku bi deqeyek rêzgirtinê destpê kir, piştî axaftinan ji çapemeniyê re girtî berdewam kir.