
Ber bi 8'ê Adarê ve: Berxwedana dîrokî (4)
- 09:07 4 Adar 2025
- Dosya
Sektorên cuda, heman raman: Keda jinê tê binpêkirin
Nazlıcan Nûjin Yildiz
ÎZMÎR – Jinên ku di beşên cuda de dixebitin diyar kirin ku keda jinê tê paşguhkirin û îstîsmarkirin û ji bo dawî li vê îstîsmarê bê divê rêxistinbûna jinan bê berfirehkirin. Jinan bi wesîleya 8'ê Adarê bang li her kesî kir ku dakevin qadan.
Bi nêzîkbûna 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê re me pirs kir ku jinên bi keda xwe ya ji nedîtî ve tê, di her qadên civakê de diafirînin vê roja taybet çawa pêşwazî dikin. Jinên ku li malê, li zeviyan, li kargeh û li gelek qadên din dixebitin, balê dikişînin ser zehmetiyên di nava pergalê de pê rû bi rû dimînin û bêqîmetkirin û îstismarkirina keda wan. Jinan destnîşan kirin ku ji nedîtî ve anîna keda jinan ne tenê pirsgirêkek aborî ye, di heman demê de pirsgirêkek civakî û çandî ye û diyar kirin ku 8'ê Adarê ji bo wan ne tenê roja bîranînê ye, di heman demê de roja têkoşîn û hevgirtinê ye. Jinên ku dixwazin daxwazên xwe yên wekhevî û edaletê bilind bikin ji ber vê yekê bang li hemû jinan dikin ku di 8'ê Adarê de li qadan bin û bi hev re dengê xwe bilind bikin.
Di vê beşa dosyaya xwe de em balê dikişînin ser têkoşîna kedê ya jinên di beşên cuda de dixebitin.
'Divê berdêla keda malê hebe'
Xebatkara malê Bêrîvan Aktaş Ad diyar kir ku 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê ji bo wê girîng e û got ku 8'ê Adarê ji bo jinan agirê yekemîn ê azadiyê bû. Berîvan Aktaş Ad, diyar kir ku têkoşîna jinan di dîrokê de îlham daye jinên din û ji ber vê yekê 8'ê Adarê rojek pir watedar e. Bêrîvan Aktaş Ad, zehmetiyên ku weke xebatkara malê ya jin dîtiye vegot û wiha got: “Ji aliyekî ve ez li zarokan dinêrim û westiyam. Beramberî keda xwe em nagirin. Ez difikirim ku divê xelatek hebe. "Divê mûçeyek jinên kedkar hebe, bi kêmanî ji bo xwe li ser piyan bihêlin."
'Em hemû bi hev re ne'
Bêrîvan Aktaş Ad ji bo 8'ê Adarê bang li jinan kir û got: “Helbet ji bo 8'ê Adarê ez ê biçim qadê. Ez dixwazim her kes jî li wir be. Em hemû bi hev re ne. Ti feyde nîne ku em li wir bi tenê bin. Jin her tim tê îstîsmarkirin, mêr tim tundiyê li ser wê ferz dikin. Jin dema ku bibin yek hene. Jin, jiyan, azadî.”
Jin di kar de bêhtir tên çewisandin
Hanîfe Soysal a ku bi malbata xwe re firoşgehekê dide xebitandin, tirşiyê çêdikê û difiroşe, di heman demê de kuafor e jî, diyar kir ku 8'ê Adarê ji bo jinan rojeke pir watedar e û diyar kir ku jin di her warî de gelekî serkeftî ne. Hanîfe Soysal, anî ziman ku jin di her tiştî de pir bi kelecan in û serketî ne, ji jiyana xwe mînak dan û wiha got: “Min berê di gelek serayan de xebat kir. Jin bi piranî di serayan de dixebitin. Helbet mêr jî dixebitin, lê li gorî min jin li qadan zêdetir bindest in. Me ev yek dît, me dît ku çiqas zehmet e, loma min karekî din hilbijart. Ez çûm kuaforiyê û bi serê xwe serketî bûm. Dikaneke min heye ku niha deh salî ye. Ji ber vê yekê jin di her warî de serkeftî ne. Ez tirşiyê jî çêdikim, ji aliyê min ve tên hilberandin. Ez wê ji sebzeyên xwe çêdikim. Em ber bi 8'ê Adarê ve diçin. Divê êdî hemû jin mafên xwe biparêzin. Divê bi tu awayî zilm li wan neyê kirin."
'Naxwazin jin li ser lingên xwe bisekinin'
Burcu Işik a ku berê di gelek sektoran de xebitî û ji ber ku zarokên wê hene niha li malê dixebite, diyar kir ku li Tirkiyeyê keda jinê nayê xelatkirin û got, “Keda jinê nayê dîtin. Tiştê ku jin bike tu berdêla madî û manewî nîne. Ji ber jin di civaka me de tên paşguhkirin. Du kesên ku di heman kargehê de dixebitin nikarin mûçeyek wekhev bistînin. Ji ber ku mêr weke 'debara malê' tê dîtin. Tê gotin ku jin heqê heman mûçeyê nînin, her çiqas karê wan zêdetir be jî. Ji jinê nayê xwestin ku li ser piyan bisekine. Jin bi ti awayî nayê xwestin ku serxwebûna aborî bi dest bixin. Ji ber ku vê carê wê girêdayîbûna wê ya bi mêran re bi dawî bibe. Ez li çend cihan xebitîm. Ez di şirketek rûn de xebitîm, ez di pargîdaniyek lojîstîkê de xebitîm. Li vir jî bi heman awayî ye."
'Mixabin keda jinan li ti qadan nayê dîtin'
Denîz Agaçhanli ya ku li Navenda Muzîkê ya Yol Sanat perwerdehiya saz dide û di atolyeyê de enstrumanên mînyaturê jî çêdike, diyar kir ku 8'ê Adarê roja têkoşîna ji bo mafên jinan e ku jinan bi dayîna berdêlên maf û azadiyên xwe yên bingehîn bi ser ketine. Denîz Agaçhanli, diyar kir ku di 8'ê Adarê de yekitiya jinan hê zêdetir bûye û destnîşan kir ku pêwîstiya jinan bi hev heye. Denîz Agaçhanli got, “Ji bo em zextên li ser me û civakê bi dawî bikin, divê em weke jin werin cem hev. Jixwe îstismarkirina kedê li mala bavê dest pê dike. Paşê jin li malê, patron li derve û her tim zexta baviksalarî li ser jinan e. Mixabin keda jinan li ti qadan nayê dîtin."
'Pêdiviya me bi têkoşîneke rêxistinî heye'
Denîz Agaçhanli, anî ziman ku divê jin li pey xeyalên xwe bimeşin û got, "Ji ber ku em di nava civakeke ji aliyê olê ve hatiye çewisandin de dijîn, jin her tim li pişt xwe hiştine, bi gotina 'dengê jinê qedexe ye' hatiye hiştin. Mînak çima helbestvanên jin tune ne? Çima di pirtûkên ku ji berê heta niha hatine desteserkirin de helbestvanên jin nînin? Ji ber zextên olî dengê jinan weke heram di paş de hate hiştin. Ger rê li ber jinan bihata vekirin, jin jî dikaribû bibûna helbestvan. Ji bo keda jinê diyar bibe divê jin xwe bi rêxistin bikin. Pêdiviya me bi têkoşîna rêxistinkirî heye. Serhildan her tim çareser dibe. Jin hene, têkoşîn heye, serhildan heye. Em li kolanan in, li qadan in, em bi hêz in. Banga me ji jinan re di 8'ê Adarê de ew e ku bi têkoşîna xwe ya xurt li qadan mil bi mil li ber xwe bidin. Jin bi hêz in."
'Di qada hunerê de keda jinê zêde tê îstismarkirin'
Ji perwerdekarên Navenda Muzîkê ya Yol Sanat a perwerdehiya sazê Tûgba Înan jî diyar kir ku 8'ê Adarê roja berxwedan û hewldana jinê ye û diyar kir ku 8'ê Adarê ji bo wê û hemû jinan gelekî bi nirx e. Tûgba Înan, diyar kir ku ew bi coş û kelecaneke mezin li benda pîrozkirina 8'ê Adarê ne û destnîşan kir ku keda jinan di nava sîstemê de cih nagire û tê tinekirin. Tûgba Înan got, “Bi taybetî di qada min de, ango di qada hunerê de keda jinê gelekî tê îstîsmarkirin. Ji ber ku di civakê de jin jixwe weke 'objeyên zayendî' tên dîtin, her kes difikire ku jin ne xwediyê tu wesfên xwe ne û divê tenê li malê rûne û koletiya mêran, ango koletiyê bike. Lê em ji bo vê yekê di qada hunerî û qadên din ên civakê de derxînin pêş her tiştî dikin. Ez jî wisa difikirim ku keda jinê hem di qada min de, hem di warê hunerî de û hem jî di hemû qadên din de ku ez tê de dixebitim bandorê li ser hemû civakan dike.
"
Sibehê: