Operasyona HDK’ê: Bernameyên HDK’ê sûc hatin hesibandin

  • 18:23 19 Sibat 2025
  • Rojane
STENBOL- 54 kesên hatine binçavkirin ji ber civîn û konferansên ku HDK’ê pêkanîne û her wiha tevlibûna wan ya 12’emîn Lijneya Giştî tên sûcdarkirin.
 
Di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê de li gelek bajaran bi ser gelek malan de hate girti û nav de sendîkavan, rojnameger, hunermend jî hene herî kêm 54 kes hatin binçavkirin.
 
Di dosyaya ku biryara veşariyê heye, li Emniyeta Stenbolê kesên binçavan de îro dest bi îfadeyên wan kirin.
 
Li gorî agahiyên hatine bidestxistin îfadeyên 25 kesî temam bûne. Hat hînbûn ku di lêpirsîna emniyetê de çalakî û bername, civîn û konferansên HDK’ê hatine pirsîn û gotine hûn tevli van civîn û konferansan bûne an na.
 
Her wiha hat diyar kirin ku tevlibûna 12’emîn Lijneya  Giştî bûye mijara sûcdariyê.