Meşa Dirêj li Chaunyê ye:Em 15’ê Sibatê veguherînin roja azadiyê

  • 19:52 8 Sibat 2025
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Meşvanên Meşa Dirêj ku li Chaunyê bi Kurdistaniyan re meşiyan, banga tevlîbûna meş û mîtînga mezin a Strasbourgê kirin û gotin: “Werin em bi hev re 15’ê Sibatê veguherînin roja azadiyê.”
 
Meşa Dirêj a ku 21’ê Çileyê li bajarê Lorient ê Fransayê di çarçoveya pêngava “Ji Abdullah Ocalan re Azadî û ji Pirsgirêka Kurd re Çareserî" de dest pê kir, di roja xwe ya 19’emîn de li bajarê Chauny yê Fransayê berdewam dike.
 
Meş li pêşiya Şaredariya Chaunyê bi tevlîbûna malbatên Kurdistaniyan bi tevî zarokên xwe bi coşeke mezin dewam kir.Çalakvanên ku pankarta “Ji Rêber Apo re Azadî” vekirin, bi dirûşmeyên “Ji Rêber Apo re Azadî û ji Pirsgirêka Kurd re Çareserî", “Bijî Serok Apo”, “Bê Serok Jiyan Nabe”, “Bijî Berxwedana Gerîla”, “Bijî Berxwedana Rojava”, “Bijî Berxwedana QSD”, “Bijî Berxwedana Tişrînê" meşiyan.
 
Çalakvanan bi bîr xistin ku Çalakiya Meşa Dirêj wê heta 15’ê Sibatê dewam bike û banga tevlîbûna meş û mîtînga mezin a Strasbourgê kirin. Çalakvanan wiha bang li Kurdistaniyan kirin û gotin:“Werin em bi hev re li Strasbourgê 15’ê Sibatê veguherînin roja azadiyê.”
 
Roja 20’emîn a çalakiyê wê li bajarê Reîms yê Fransayê dewam bike.