Konferansa ‘Çareserî bi aştiyê re ye’: Ya hebûna wan tunebe azadiya wan jî tuneye
- 18:56 8 Sibat 2025
- Rojane
STENBOL- Roja ewil Konferansa navneteweyî ya ‘Di rêya jiyana azad û wekheviya Gelan de çareseri aştî ye’ bidawî bû. Aktîvîsta TJA’yê û endama Lijneya Rêveberiya HDK’ê Sabahat Tuncel di konferansê de xivî û got: “Ya herî hêsan dest ji çekan berdan e. Ya sereke pirsgirêka mafan e. Yê ku hebûna wî tunebe azadiya wî tune. Ne li dewletê, li Birêz Ocalan binêrin. Birêz Ocalan ji bo jiyana nû têdikoşe. Li Birêz Ocalan binêrin hêvî bi wî re ye.”
Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK), li Floryayê di otelekî de bi dirûşma "Di rêya jiyana azad û wekheviya Gelan de çareseri aştî ye" konferans lidarxist. Ligel pêkhateyên HDK’ê gelek rêxistinên civaka sivîl û nûnerên partiya sivîl tevli konferansê bûn. Runiştina duyemîn û sêyemîn pêk hat.
Sabahat Tuncel di runiştina sernavê ‘Komara Demokratîk, Neteweya Demokratîk, Xweseriya Demokratîk: Modela aştî û jiyana hevbeş a gelan li ser bingeha tifaqa dîrokî, nêzîkatiya çareseriyê ya Abdullah Ocalan’ de axivî û got mijara esas eve ku Kurd ji welatîbûnê derxistine û ev hîmê pirsgirêka Kurd ava dike. Sebhat Tuncel wiha got: “Dewletê hemû gav bê encam hişt. Dema mirovan hêvî dikir hêviya wan têk birin. Abdullah Ocalan bi salane ji bo çareseriyê têdikoşe. Mijara aştî û azadiyê ji dewletê nayê payîn.”
‘Em li Birêz Ocalan binêrin hêvî li wir e’
Sabahat Tuncel wiha anî ziman: “Ya herî hêsan berdane. Ya esas mijara mafan e. Li vî welatî tu diakrî bibî her tişt lê tu nikarî bibî Kurdî. Ya hebûna wan tune be azadiya wan jî tuneye. Devlet Bahçelî got bila Abdullah Ocalan ji mafê hêviyê bêde bigire. Paradîgma dewletê ya înkar û îmhayê ye. Heta ev paradîgma ne guhere ne pêkane. Mafê Kurdan nabe mijara bazarê. Ne li dewletê, li Birêz Ocalan binêrin. Birêz Ocalan ji bo jiyana nû têdikoşe. Li Birêz Ocalan binêrin hêvî bi wî re ye.”
Di sernavê ‘Wateya wê ya li Rojhilata Navîn: Jiyana hevpar a wekhev, azad û aştiyane ya li ser bingeha xwerêveberiya gelan û azadiya jinê ye’ de Dr. Amy Austîn Holmes axivî û diyar kir ku der barê Rojava de di 2015’an de xebat meşandine. Amy Austîn Holmes balkişand ser têkoşîna jinan ali Rojava û çar xalên di Peymana Civakî ya li Rojava.
Dr. Arzu Yilmaz jî di sernavê ‘Têkiliyên Tirkiye-Rojava. Siyaseta Tirkiyeyê ya Sûriyeyê û bandora pozîsyona Rojava ya li ser hevsengiyên herêmî û navneteweyî’ axivî û got ew niha ne di hawira aştiyê di ya şer de ne û got di dema şer de ne aştî lê tifaq dibin.
Cengîz Yureklî jî di bin sernavê ‘Tecrîd û xirecira aştiyê: Pirsgirêka tecrîdê di çarçoveya xwe ya gerdûnî de û rola dîrokî ya Abdullah Ocalan a di lêgerîna aştî û çareseriyên demokratîk de’ de axaftina xwe kir. Cengîz Yureklî diyar kir ku Abdullah Ocalan li Îmraliyê li dijî konsepta înkar û îmhayê çareserî afirandiye û got divê tecrîda li Îmraliyê bê rakirin.
Parlametnerê Stenbolê yê DEM Partiyê Cengîz Çîçek jî di bin sernavê ‘Pêvajoyên muzakereyê û zemîna çareseriyê ya di têkiliya Dewlet-Ocalan de: Tecrubeyên Oslo û Îmraliyê; paşxane, pêşketin, derfet û astengî’ de axivî û got aktorê herî hevgirtî Abdullah Ocalane û çarserî bi azadiya wî pêkane.
Piştî axaftinan roja ewil a konferansê bidawî bû.