Di Mîtînga Azadiyê de posterê Abdullah Ocalan hat vekirin
- 14:21 8 Sibat 2025
- Rojane
AMED - Di Qada Îstasyonê ya navçeya Yenîşehîrê ya Amedê bi dirûşmeya "Ji bo aştiyê azadî" mîtîng tê lidarxistin û di mîtîngê de posterê Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan hat vekirin.
Bi pêşengiya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) li navçeya Yenîşehîrê ya Amedê li Qada Îstasyonê mîtînga "Ji bo aştiyê azadî" tê lidarxistin. Bi hezaran welatî li deverên cuda li hev civiyan û bi dirûşme û pankartên cuda heta qada mîtîngê meşiyan. Ji gelek bajarên Kurdistanê bi sedan welatî ji bo tevlî mîtîngê bibin hatin bajêr.
Li qada mîtîngê dirûşmeyên "Ji bo siberojeke azad çareseriya demokratîk", "Rêya çareseriya demokratîk azadî ye", "Jin, jiyan, azadî" hatin vekirin. Di meşê de pankartên "Dem dema serkeftinê ye", "Wêrekiya çareseriyê, ked ji bo azadiyê" û "Berxwedana jinê azadî ye" hatin daliqandin.
Di qada mîtîngê de posterê Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan hat vekirin.