![](/staticfiles/news/251027/2025/02/08/823x463cc-amd-08-02-25-mintig-giris-basladii1.jpg)
Ji Mîtînga Azadiyê 'Em ê azadiya birêz Ocalan misoger bikin'
- 12:55 8 Sibat 2025
- Rojane
AMED - Li Qada Îstasyonê ya Amedê bi dirûşmeya "Ji bo aştiyê azadî" mîtîng hat lidarxistin û di mîtîngê de peyama "Dawî li tecrîda li ser Birêz Abdullah Ocalan bînin. Em ê azadiya Birêz Ocalan misoger bikin. Azadî nêzîk e, azadiya Birêz Ocalan nêzîk e" hat dayîn
Bi pêşengiya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) li navçeya Yenîşehîrê ya Amedê li Qada Îstasyonê mîtînga "Ji bo aştiyê azadî" hat lidarxistin. Bi hezaran welatî li deverên cuda li hev civiyan û bi dirûşme û pankartên cuda heta qada mîtîngê meşiyan. Ji gelek bajarên Kurdistanê bi sedan welatî ji bo tevlî mîtîngê bibin hatin bajêr.
Li qada mîtîngê dirûşmeyên "Ji bo siberojeke azad çareseriya demokratîk", "Rêya çareseriya demokratîk azadî ye", "Jin, jiyan, azadî" hatin vekirin. Di meşê de pankartên "Dem dema serkeftinê ye", "Wêrekiya çareseriyê, ked ji bo azadiyê" û "Berxwedana jinê azadî ye" hatin daliqandin.
Hevseroka Giştî ya DBP'ê Çîgdem Kiliçgûn Ûçar, Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan, Aktivîsta Tevgera Jinên Azad (TJA) Çaglar Demîrel û Dayikeke Aştiyê wekî axêver di mîtîngê de cih girtin. Her wiha Hevserokê Giştî yê DBP'ê Keskîn Bayindir û parlamneterên DEM Partiyê û CHP'ê û hevşaredarên bajar û navçeyan jî beşdarî mîtîngê bûn.
Di çarçoveya 21'ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê de saziyên zimanê Kurdî û Dayikên Aştiyê bi kortejeke cuda ketin qadê û bi pankartên "Bila zimane Kurdî, bibe zimanê fermî û perwerdehiyê" û "Her dem Kurdî" meşiyan. Girse bi arbene û stranên bi kurdî meşiya û dirûşma “Be ziman jiyan nabe” berz kir.
Li aliyê din Rêxistina Hevgirtina Xwendekarên Azad a Dîcleyê bi pankarta "Heta Serok azad nebe, aştî şaşitî ye" meşiyan. Ciwanan tevî hemû astengiyên polîsan jî pankartê anîn qada mîtîngê.
Bi deh hezaran kes beriya axaftinan demeke dirêj govend gerandin û bênavber dirûşmeyên "Bê Serok jiyan nabe" û "Jin, jiyan, azadî" berz kirin.
'Aştiyeke bi rûmet'
Piştre Hevserokê Rêxistina DEM Partiyê ya Amedê Abbas Şahîn axivî got: “Bila ev qad bibe qada aştiyê. Dem dema aştiya birûmet e. Werin em bi hev re li kêleka muxatabên xwe aştiya bi rûmet ava bikin."
'Divê birêz Ocalan azad bibe'
Aktîvîsta Tevgera Jinên Azad (TJA) Çaglar Demîrel di mîtîngê de axivî û anî ziman ku ew ji bo aştiyê hatine vir û got, “Îro ji bo Kurdistan, Tirkiye û Rojhilata Navîn aştî bi qasî av û xwarinê girîng e. Yên ku îro vê qadê dagirin aştî û demokrasiyê dixwazin. Yê aştî û demokrasiyê bîne diyar e, muxatab jî diyar e. Divê birêz Abdullah Ocalan azad bibe. Em azadiya jinê û azadiya civakê di azadiya Birêz Ocalan de dibînin. Weke ku hûn jî dizanin her roj jin tên qetilkirin, li hemû cîhanê jin rastî şîdet û kuştinê tên. Dewleta mêr her roj jinan qetil dike. Dixwazin jinên Kurd û jinên azadîxwaz wekî jinên li malê heps bikin; Em ê li her derê cîhanê gotina 'Jin Jiyan Azadî' bidomînin. Li Rojhilata Navîn şerekî mezin heye, em lenet li kesên rojnameger qetil kirine. Em demokrasî û aştiyê dixwazin. Divê statuya Rojava bê qebûlkirin. Rojava li cîhanê mînakek e. Rojava şoreşa jinê ye."
Divê statuya Rojava bê nasîn
Çaglar Demîrelê bal kişand ser şerê qirêj ê li Rojhilata Navînê û qetilkirina rojnamegeran şermezar kir. Çaglar Demîrelê got: “Em aştiyê dixwazin, demokrasî û azadiyê dixwazin. Lewma divê beriya her tiştî statuya Rojavayê bê naskirin. Ji ber ku Rojava ji bo cîhanê mînak e. Şoreşa jinê li Rojavayê pêk hat. Em têkoşîn û berxwedana xwe li her derê didomînin. Em her tim rola xwe ya aştiyê dilîzin. TJA, li her derê pêşengiya aştiyê dike. Ji bo aştî û yekîtiya gelan pêşengiyê dike û wê pêşengtiyê bike. Gelê Amedê û jinên kurd aştî û demokrasiyê dixwazin. Ji bo vê jî beriya her tiştî divê tecrîd ji holê bê rakirin. Beriya her tiştî divê tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd birêz Ocalan rabe, da ku di muzakereyan de cih bigire. Em ê ji bo azadiya Rêber Apo li qadan bin. Azadî nêzîk e, azadiya Rêber Apo nêzîk e."
'Ez kuştina rojnamegeran lanet dikim'
Di mîtîngê de Hevseroka Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Çîgdem Kiliçgûn Uçar jî axivî. Çîgdem Kiliçgûn Uçar ku ewil bi zazakî girse silav kir got, “Ez qetilkirina Azîz Koylûoglû yê di 27’ê Çile de li Silêmaniyê hat qetilkirin şermezar dikim. Rastî di kamera û pêkanînên xebatkarên çapemeniya azad de zindî dibe. Yên ku bi qetilkirina Aziz Köylüoğlu hewl didin rastiyê tarî bikin bila bizanibin; Bi hezaran Cîhan, Nazim û Ezîz hene. Gelê Kurd herî baş zehmetiyên avakirina aştiyê dizane. Yên ku bi rê ve dibin, têkoşîna demokrasî, aştî û azadiyê dizanin. Aştî bi hev re pêşeroja demokratîk ava dike. Em bi çand û zimanê xwe ji cîhanê re bûne mînak. Rêvebirina welatekî aştî û edaletê dixwaze. Kî ji bo ku ev welat bi demokrasiyê re rû bi rû bimîne, di bêdengî û nediyariyê de daxwaza azadiyê dike? “Birêz Abdullah Ocalan 26 sal in li Îmraliyê li dijî tecrîdê li ber xwe dide.
'Mafê hêviyê pêk bînin'
Çîgdem Kiliçgun Uçar wiha dewam kir: “Kurd û gelên Tirkiyeyê hene ku li dora fikrên Birêz Ocalan kom dibin. Divê em guh bidin yên ku aştiyê dixwazin, ne yên ku aştiyê naxwazin. Roj ne roja bêdengî û parastina cihê xwe ye. Tu hêz û kursî ji çareserî û siberoja demokratîk bi qîmettir û mezintir nîne. Îradeya gelê Kurd peyameke zelal dide; Çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd pêkan e, aştî pêkan e. Divê birêz Ocalan azad bibe, ev azadî mifteya hemû krîzên welat e. Çima Rojava ku sembola aştiyê ye û şirîkê aştî û demokrasiyê ye ji bo vî welatî xeter e? Dema gelên li Sûriyeyê dijîn ji statu û vîna Rojava ne bêzarin, çima hûn bêzar dibin? Hêzên hegemonîk sînoran xêz dikin, sînoran li ser gelan û nexşeyan xêz dikin. Nexşeya azadî û demokrasiyê bi pêşengiya jinên Rojava hat xêzkirin. Helbet em ê Rojava biparêzin û bi hev re statûya wê dê bê parastin. Siyaseta ku li Kurdistanê kûr dibe wek bêhêvîtiyê vedigere vî welatî. Hêvî heye; Tevî 26 salan rehîn, tevî bê nasname kirin. Birêz Ocalan diyar kir ku ew ji bo çareseriya demokratîk û aştiyê amade ne. Mafê hêviyê di 25'ê Sibatê de pêk bînin û altiyê înşa bikin.
Neheqî ye ku fersenda ku ji Îmraliyê derketiye holê tenê li ser milê Rêberê Gelê Kurd were danîn. Ji ciwanan, ekolojiyê, têkoşîna jinê, desthilatdariya qeyûman, krîza aborî re dibêje çare heye û li hemberî çareserkirin pirsgirêka kurd bêdeng dimînin ev bêdengiya wan nayê qebûlkirin. Li vî welatî beriya kursiyan, beriya desthilatdariyê pêwîstiya me bi aştiyê heye. Kesekî ku ji sînoran re bêje erê nemaye û li Rojhilata Navîn netew dewlet yek bi yek hilweşiyane. Ya ku em li ber çavan digirin azadiya Abdullah Ocalan e, hevdîtina gelê Kurd a bi komara demokratîk a ku gelên Rojhilata Navîn wekhev bijîn e ye. Kesê ku ji vê re dibêje na tune ye. Em xwe nakin qurbana bêdengiya aliyên siyasî û nebûna wêrekiya muxalefetê. Îradeya gelê Kurd siyaseta demokratîk dixwaze."
'Birêz Ocalan nexşerêyek amade dike'
Hevserokê Giştî yê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Tûncer Bakirhan di mîtîngê de axivî û got: "Birêz Ocalan çi dike? Ji bo ku Amed azad bibe, qeyûm tayinî vîna Amedê neyê kirin, koçerên Sêrtê bi nasnameya xwe bi awayê jiyana xwe bi awayekî azad bijîn nexşerêyekê amade dike. Birêz Ocalan nexşeyarêya aştiyê amade dike. Nexşerêya aştiyeke birûmet amade dike. Nexweşêray tenê ne ji bo kurdan ji bo hemû bawerî û nijadên li Tirkiyeyê bi awayekî wekhev bijîn amade dike. Birêz Ocalan dixwaze ku Tirkiye demokratik bibe. Birêz Ocalan dixwaze ku kurd bi awayekî azad bi zimanê xwe biaxive û bi zimanê dayikê perwerde bibe. Birêz Ocalan dixwaze ku qeyûm tayinî vîna gelê kurd neyê kirin. Dixwaze bila Amed vîna Amedê bi rê ve bibe, bila Êlih vîna Êlihê bi rê ve bibe, bila Sêrtê vîna Sêrtê bi rê ve bibe.
Birêz Ocalan bi misogerkirina aştiyê dixwaze Tirkiye li Rojhilata Navînê bibe welatekî bihêz. Bi misogerkirina aştiyê wê Tirkiye bi reformên demokratîk li herêmê bibe mînak. Birêz Ocalan nexşerêyeke ku her kes bi nasnameya xwe bi azadî bijî amade dike. Niha ez ji we dipirsim, gelo hûn bi birêz Ocalan re ne? Hûn bi vê nexşerêya çareseriyê ya demokratîk re ne ku wê birêz Ocalan di nêz de eşkere bike? Wê ev dengê we yê gur, wê ev hêza we di rojên pêş de ber bi pêvajoyeke aştiyê layiqî me hemûyan biçe. Meraq nekin, netirsin. Kurd, ne kurdên sedsal berê ne. Kurd ne ew kurd in ku li ser maseyê bên xapandin. Gelê kurd, gelê herî dinamik, gelê herî bihêz û rêxistinkirî yê herêmê ye. Heya hûn hebin, wê tu kes nikaribe we bixapîne. Heya hûn bihêz bin, wê kesên me red dikin werin muzakereyê. Ji ber vê bihêz bin, bawer bikin û bihêvî bin.
Ocalan dilê milyonan e, hêviya milyonan e. Heya hêviya bi milyonan di hucreyekê de di bin tecrîdê de be em ê ji vê samimiyeta we bawer nekin. Di 12 metrekareyan de müzakere nabe. Di hucreyeke 12 metrekareyan de demokrasî nabe. Bihêlin bila Ocalan bi gelê Amedê re hevdîtinêb ike, bihêlin gelê Amedê û Ocalan bên cem hev."
Piştî axaftinan mîtîng bi stranên Kolektîfa Rîtma Azadî bi dawî bû.