Li başûr rojnamegerek hat qetilkirin

  • 11:29 8 Sibat 2025
  • Rojane
 
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Di êrişa dewleta Tirk a li Ranyayê de rojnamevan Azîz Koylûoglû hat qetilkirin.
 
Li gorî nûçeya ajansa ANF'ê di 27’ê Çileyê de di encama êrişa dewleta Tirk a li Ranyayê de rojnamevan Azîz Koyluoglû hat qetilkirin. 
 
Li gorî daxuyaniya Koordînasyona Giştî ya YRD’ê ya ku di ANF'ê de hat weşandin de wiha hat gotin: "27'ê Çileyê di êrîşa dewleta Tirk a li Ranyayê de hevrêyê me yê hêja Azîz Koyluoglû şehîd bû. Di serî de serê malbata wî ya hêja, hemû kadroyên ragihandinê û yê gelê me sax be. Em soza xwe dubare dikin û dibêjin, em ê têkoşîna ku hevrê Azîz ji me re hiştiye bilind bikin û bi serkeftinê tacîdar bikin.
 
Hevrê Azîz di sala 1976'an de li Amedê ku sembola îradeya azad a gelê me ye, hatiye dinê. Di nava malbatekî ku nirxên welatparêziyê lê xurt in de mezin bûye û di temenekî biçûk de rastiya dijmin a faşîst-qirker-mêtînger nas kiriye. Li hemberî vê bi her awayî di nav têkoşîn û berxwedanê de bû. Di destpêka salên 2000'î de di Çapemeniya Azad de cih girt û ji nûçegihantî-kameravantî bigirin heta edîtorî, mudurê nûçeyan û heta derhênerê giştî ya weşanê di her xebatê ragihandinê de cih girt. 
 
Hevrê Azîz ji Hewlêrê heta Silemaniyê û Kerkûkê, ji wir heta Mexmûrê û her dera başûrê Kurdistanê xebat meşand. Dîsa ji Dêrika Rojavayê Kurdistanê heta Efrînê li her cihê di her astê de xebatên weşanê ya ragihandinê meşand. Hevrêyê me yê ku di xebatên rojname, ajans, TV û herî dawî jî medya dîjîtal de xebatên bi çalak meşandiye, her tim behsa girîngiya xebatên ragihandinê kiriye û di têkoşîna li hemberî dijmin de bal kişandiye rola diyarker a vê qadê.
 
Kevneşopiya ragihandinê ya ku çavkaniya xwe ji Mazlûman, Gûrbeteliyan û Apê Mûsayan digirt û bi Seyîd, Karwan, Rosîda, Gulîstan, Hêro, Nazim û Cihanan bi biryardarî didomiya, bi şehadeta hevrê Azîz re hîn xurtir bû û têkneçûna vê kevneşopiyê careke din hate ispatkirin."