![](/staticfiles/news/250895/2025/02/06/823x463cc-amd-06-02-25-mitinge-1-gun-kala-calismalar-devam4.jpg)
Xebatên ji bo ‘Mîtînga azadiyê’ didomin
- 18:05 6 Sibat 2025
- Rojane
AMED - DBP û DEM Partî ji bo ‘mîtînga azadiyê’ ya ku wê 8’ê Sibatê pêk bê xebatên xwe didomînin. Siyasetmedaran îro li navçeyên Amedê serdana esnaf û rêxistinên civaka sivîl kirin û banga tevlibûna mîtîngê kirin.
Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) û Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) bi rojane ji bo ‘mîtînga azadiyê’ ya 8’ê sibatê de bi şîara ‘ji bo aştiyê azadî’ ku wê li Qada Îstasyonê ya Yenîşehîr a Amedê pêk bê xebatên xwe didomîne. Li navçeyên Amedê îro di çarçoveya xebatan de serdana esnaf û saziyên civaka sivîl kir.
Çarçoveya xebatê de parlametnerên DEM Partiyê, hevşaredarên navçeyan îro jî li navçeyên Rezan û Yenîşehîrê serdana esnafan û rêxistinên civaka sivîl kirin û banga tevlibûna mîtîngê kirin.