Xebatên ji bo ‘Mîtînga azadiyê’ didomin 2025-02-06 18:05:04   AMED - DBP û DEM Partî ji bo ‘mîtînga azadiyê’ ya ku wê 8’ê Sibatê pêk bê  xebatên xwe didomînin. Siyasetmedaran îro li navçeyên Amedê serdana esnaf û rêxistinên civaka sivîl kirin û banga tevlibûna mîtîngê kirin.   Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) û Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) bi rojane ji bo ‘mîtînga azadiyê’ ya 8’ê sibatê de bi şîara ‘ji bo aştiyê azadî’ ku wê li Qada Îstasyonê ya Yenîşehîr a Amedê pêk bê xebatên xwe didomîne. Li navçeyên Amedê îro di çarçoveya xebatan de serdana esnaf û saziyên civaka sivîl kir.   Çarçoveya xebatê de parlametnerên DEM Partiyê, hevşaredarên navçeyan îro jî li navçeyên Rezan û Yenîşehîrê serdana esnafan û rêxistinên civaka sivîl kirin û banga tevlibûna mîtîngê kirin.