Zarokê di êrîşa Tirkiyeyê de birîndar bibû jiyana xwe ji dest da
- 20:24 6 Sibat 2025
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYA - Zarokê bi navê Ehmed Muyeser El Reman (8) ê ku di encama êrîşa li ser Sirînê birîndar bibû, jiyana xwe ji dest da. Bi vê re hejmara kesên di komkujiyê de jiyana xwe ji dest dan derket 13’an.
SÎHA’ya ya aydê Tirkiyeyê di 28ˋ'ê Çile de sûka gel a li bajarê Sirînê yê başûrê Kobanê bombebaran kiribû û di encamê de 12 kes hatibûn qetilkirin. Îro jî zarokê 8 salî yê birîndar jiyana xwe ji dest da û bi vê re hejmar derket 13’an.