Tirkiyeyê li Tişrînê êrîşê gel kir
- 19:02 6 Sibat 2025
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Balafirên şer yên Tirkiyeyê li Bendava Tişrînê êrîşê gelê ku nobet digirtin kir.
Balafirên şer yên aydê Tirkiyeyê li Bendava Tişrînê êrîşê gelê ku nobet digirtin kir. Li gorî nûçeya Ajansa Nûçeyan a Hawar (ANHA) birîndar hene.
Îro jî karwanê çaremîn ê gelê bajarê Kobanê ku di saetên sibehê de ber bi Bendava Tişrînê ve bi rê ketibû, gihaşt bendavê û koma nû ji gelê Teqba, Dêrazor û Reqayê nobet dewr girtibûn.
Nehat zanîn ka windahiya can heye an na.