Li dijî komploya sedsalê berxwedana sedsalê (6)

  • 09:08 6 Sibat 2025
  • Rojane
Li Kenyaya rola wê di komployê de heye bandora 'jin jiyan azadî 
 
Melek Avci
 
ENQERE - Anne Sara ku li dîwarê dukan a wê ya li Kenyayê felsefeya ‘jin jiyan azadî’ ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan nivîsandiye, der barê komploya navneweyî de wiha got: “Ez li ser navê gelê Kenyayê ji gelê Kurd lêborî nê dixwazim. Ji ber serokdewletê me di girtina lîderê we de rol lîst.”
 
Komploya Navneteweyî ku di şexsê Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan li hember gelê Kurd di 9’ê Cotmeha 1998’an de dest pê kir, di 15’ê Sibata 1999’an de bi tecrîda Îmraliyê bi dawî bû. Rêberê PKK'ê Abdulah Ocalan piştî ku ji Şam a Sûriyeyê derket, di 12'ê Mijdara 1998'an de çû paytexta Yewnanîstan Atînayê û ji wir jî derbasî Rûsyayê bû û li Romaya paytexta Îtalyayê cih girt. Rêberê PKK'ê ku di 17'ê Çileya 1999'an de di encama zextên dewletên rojavayî bi taybetî DYA'yê de neçar ma Romayê biterikîne, di navbera Moskova-Misk-Atîna de çû û hat û di 2'yê Sibatê de bi dizî derbasî Kenyayê bû. Di 1999’an de, bi balafirek ku ji alî NATO an CIA'yê ve hatî amadekirin birin Nairobi.
 
Li paytextan hevdîtinên veşartî
 
Piştî ku Abdullah Ocalan hat Kenyayê, muzakereyên tund dest pê kirin. Serê sibehê di navbera Sekretera Daîmî ya Wezareta Karên Derve ya Kenyayê Kathourima û Balyozê Yewnanîstanê George Kostoulas de civîneke veşartî pêk hat. Di heman demê de heyeta di bin serokatiya Şefê Îstîxbarata Îsraîlê David Ivry de li Enqereyê bi rayedarên Wezareta Karên Derve ya Tirk, MÎT û Midûriyeta Operasyonên Serfermandariya Giştî ya dewleta Tirk re hevdîtinek pêk anî.
 
Di 4’ê Sibata 1999’an de wek roja krîtîk a li Kenyayê ya komploya navneteweyî derbasî dîrokê bû.
 
Balyoza Yewnanîstanê Kostoulas çû Wezareta Karên Derve ya Kenyayê û bi Sekretera Daîmî Kathourima re hevdîtin kir. Welatiyên Kenyayî jî ji bo Abdullah Ocalan bang li balyozê Yewnanîstanê kirin û gotin, "Wî bide me, destwerdanê neke." Êvara heman rojê endamekî CIA’yê li mala wî bi Musteşarê MÎT'ê yê Tirkiyeyê Şenkal Atasagun re hevdîtin pêk anî.
 
Naîrobî û talîmata Atînayê
 
Wezîra Karên Derve ya Amerîkayê Madeleine Albright li Senatoya Amerîkayê axivî û got, "Her welatê ku Ocalan qebûl dike, divê bê darizandin." Ev gotinên Albright ji rêveberiyên Naîrobî û Atînayê re talîmatek zelal bûn. Abdullah Ocalan ku li mêvanxaneya Sefaretxaneya Yewnanîstanê ya li Kenyayê di nava şert û mercên dijwar de li ber xwe da, di heman rojê de çareserî dît ku bi fermî serî li Yewnanîstanê bide.
Abdullah Ocalan 9 rojan li Kenyayê ma û zext û tehdîd derketin asta jor. Hikûmeta Kenyayê daxwaz kir ku Abdullah Ocalan demildest ji welat derkeve. Abdullah Ocalan 15’ê Sibatê ji Kenyayê anîn Tirkiyeyê û radestî Tirkiyeyê hat kirin. 
 
Îro komploya navneteweyî ya 26 salan didome û tecrîda Tirkiyeyê ya li lser Abdullah Ocalan didome. Hikûmeta Kenyayê di 1999’an de Abdullah Ocalan bi zor ji welat derxist. Lê îro li Kenyayê felsefeya Abdullah Ocalan deng dide.  
 
Rubar Qedrî Yosîf ku ji Başûrê Kurdistanê ye, bi zanîngeha NLA ya li Norveçê ye li ser çanda Afrîkayê xebatê dimeşîne û ji bo vê li Kenyayê ye. Rubar Qedrî Yosîf ku li wir xebatên zanistî dimeşîne di heman demê de çavdêriyên xwe yên der barê gelê Kenyayê yên ji bo Abdullah Ocalan jî radigihîne.
 
Li Kenyayê bi Kurdan re piştevanî
 
Rubar Yosîf wek jinek Kurd li Kenyayê bi jinan re tê gel hev. Rubar Yosîf der barê çavderiyên xwe yên wir de wiha dibêje: “Min serdana gelek saziyên sivîl kir û li vir çalakiyên curbicur derbarê serpêhatiyên gelê Kurd de li dar xistin. Di hevdîtina xwe ya bi rêxistineke jinan re, ji bo pêşîgirtina li darvekirina du jinên çalakvan li Îranê Zeyneb Celaliyan û Werîşe Muradî peyamên hevgirtinê yên navneteweyî hatin. Li ser vê daxwazê, rêxistina jinan a ku ez pê re axivîm, di çarçoveya kampanyaya 'Rakirina cezayê darvekirinê ji bo jinan' sînevîzyonek weşand û ev piştgirî tomar kirin.”
 
‘Me ji bo Rêber Apo 26 dar çandin’
 
Rubar Yosîf wiha got: “Me bi armanca balkişandina ser tecrîda Abdullah Ocalan li bajarokek Kenyayê 26 dar çandin. Me navê ‘Rêber Apo’ lê danî. Min ji bo şoreşa ‘jin jiyan azadî’ bername pêk anîn. Sêyemîn bernameya me ji bo azadiya Rêber Apo bû.”
 
Anne Sara ya ji bo şoreşgeran têdikoşînê dimeşîne
 
Rubar Yosîf da zanîn ku di serdan û dema van bernameyan de jina bi navê Anne Sara nas kiriye û got Anne Sara hem ji bo welatê xwe hem jî ji bo gelên bindest têkoşîna şoreşê dide. Rubar Yosîf wiha vegot: “Anne Sara yek ji wan jinên herî bi hêz a li Kenyayê ye. Ew jineke wêrek e ku li dijî desthilatdarî û pergala Kenyayê şer dike. Ew di heman demê de damezrînera rêxistina bi navê MSJC'yê ye, ku yek ji mezintirîn zozanên Afrîkayê kar dike. Piştî ku kurê wê Alex di xwepêşandanekê de şehîd bû, Dayika Sara biryar da ku bibe şoreşger. Niha jî mijûlî paqijkirina taxa xwe û danîna bîrdariyên şehîdan e. Ji bo kesên di têkoşînê de jiyana xwe ji dest dane abîdeyekê lê dike. Anne Sara her tim li pêşiya xwepêşandanên li dijî hikûmeta qirêj a Kenyayê ye û azadiya gelê xwe diparêze. Li dijî îstîsmara welatê xwe ya ji aliyê Ewropa û kapîtalîstan ve berxwedanê nîşan dide û tevgera jinên Kurd baş nas dike.” 
 
‘Ez ji gelê Kurd lêborînê dixwazim’
 
Rubar Yosîf daxuyakirin ku Anne Sara tevgera jinên Kurd ji nêz ve nas dike û wiha got: “Çend caran got wiha û ez dixwazim peyama wê bi we re parve bikim.  Digot ‘Ez  li ser navê gelê Kenyayê ji gelê Kurd lêborînê dixwazim, ji ber serokdewletê me di girtina lîderê we de rol lîst.’  Paradîgma Rêber Apo bi eleqeyek mezin dişopîne.”
 
Robar Yosîf di berdewamiyê de çîroka Anne Sara wiha vegot: “Anne Sara pergalê baş dizane. Ji min re got biçe Qendîlê û şoreşgeran bibîne. Got ger kurekî min mabûna min ê bida şoreşê.  Anne Sara di şevneşînê de dijî. Dukanek wê heye. Li wir xwarinê difroşe. Li dîwarên dukana wê peyamên xwe nivîsîn. Me jî li dîwarê dukana wê felsefeya Abdullah Ocalan ya ‘jin jiyan azadî’ nivîsand. Ji ber vê Anne Sara gelek kêfxweş bû.”