Li Dêrikê di encama êrîşa SÎHA’yan de 2 kesî jiyana xwe ji dest da

  • 18:32 4 Kanûn 2024
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN -  SÎHA aydê Tirkiyeyê bajarê Dêrikê ya Kantona Cizîrê bombebaran kir û kesî jiyana xwe ji dest da.
 
Wesayîta hewayê ya be mirov a çekdarî (SÎHA) ya Tirkiyeyê, li bajarê Dêrik a Kanton a Cizîrê cihê şûştina wesayîtan a bi navê ‘Ararat’ bombebaran kir. Di encama bombebaranê de du kesî jiyana xwe ji dest dan û kes jî bi giranî birîndar bûn. Piştî bombebaranê birîndar rakirin nexweşxaneyê.
 
Li aliyê din jî tevgera balafirên kifşê yên Tirkiyeyê didome.