Kongra Star ji bo Werîşe Mûradî bang kir
- 11:26 4 Kanûn 2024
- Rojane
Kongra Star ji bo Werîşe Mûradî bang kirnê ya dadgeriya rejîma Îranê ya li hember çalakvan Werîşe Mûradî daxuyaniyeke nivîskî da.
Di destpêka daxuyaniyê de hate gotin: “Metirsiya pêkanîna cezayê darvekirinê yê li dijî çalakvana jin Werîşe Mûradî di rojên pêş de, ji bo me hemûyan zengila hişyariyê ye. Ev hukmê neheq ku mêtingeriyê temam dike, pêkanîna zîhniyeta paşverû ye ku xwe dispêre polîtîkayên tunekirin û tolhildanê yên li hember jinên ku cesaret kiriye li hember mêtingeriyê rabin.”
Bang li tevgerên jinan hate kirin ku li hember biryarê rabin ser pêyan û hate gotin: “Em bang li her kesî dikin ku helwesta xwe ya zelal û bibiryar nîşan bidin, li dijî vê rejîma paşverû têkoşînê mezin bikin.”
Di dewama daxuyaniyê de hate gotin: “Rejîma Îranê bi biryarên xwe yên bêhiqûqî û kampanyayên çewisandinê dixwaze hêviyên jinan bikuje û agirê berxwedanê vemirîne. Lê em ji wan re dibêjin; ev biryar ne dawiya dîrokê ye, dê bibe destpêka qonaxeke nû ya berxwedanê, qonaxeke ku tê de dengê azadiyê ji hemû dengên mêtingeriyê bilindtir dibe. Werîşe Mûradî ne bi tenê ye, lê ew dengê her jinekê ye ku ji bo cîhanek adiltir û însanî têdikoşe.”
Di dawiyê de jî ev peyam hate dayîn: “Werin em bi hev re pêşî li pêkanîna vê biryara neheq bigirin û vê kêliyê veguherînin serhildana cîhanî ya li dijî neheqiyê. Jin jiyan e, hedefgirtina wê hedefgirtina hemû mirovahiyê ye. Em ê nehêlin tarîtî bi ser bikeve, ji ber ku em bawer dikin ku azadî dê her tim ji qîrîna jinên berxwedêr rabe.”