Roj xwarinê çêdikin, êvarê jî taxên xwe diparêzin

  • 09:44 4 Kanûn 2024
  • Rojane
Mîdye Miqted
 
HELEB - Dayikên berxwedêr a taxa Şêxmeqsûd û Eşrefiyê xwarin ji bo şervanên parastina taxê dikin amade dikin û hem jî êvarê jî parastina taxê dikin. 
 
Şer û pevçûnên di navbera rejîma Sûriyeyê û koma paramîlîter a Heyet Tehrîr el-Şamê (HTŞ) yên li Heleb û Idlibê bedewam in. Pevçûnên di 26’ê mijdarê de dest pê kirin, piranî li çolterê Helebê giran bûn. HTŞ’ê hinek bajarok bi dest xist û kete hinek beşên Rêya M5’ê. Êrişên hewayî yên Rûsya û Sûriyeyê yên li dijî HTŞ’ê jî berdewam in. 
 
Şêniyên taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê li hemberî êrişan seferber bûn. Hin ciwan û mezinên taxê cihê xwe di nava Hêza Parastina Şêxmeqsûdê de digirin, hinek ji bo rewşên birîndarbûnê yên muxtemel xwînê li navendên tenduristiyê kom dikin. Her wiha komeke jin û dayikan xwarinan ji bo şervanên li eniyên berxwedanê amade dikin. 
 
Dayikên her du taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê ya bajarê Helebê ji bo alîkarî bidin şervanan xwarin bi awayekî kolektîv didin amadekirin ji ajansa me JINNEWS'ê re axivîn. 
 
'Bi şerê gelê şoreşger tax bi ser ket'
 
Fatme Cemîl diyar kir ku di sala 2016`an de dîsa êrişê li taxê kiribûn û wiha got: "Lê belê ev tax ji ber ku şerê gelê şoreşgerî di nava van taxan de hat meşandin ev bû sedem ku tax bi ser bikeve. Îro jî carek din êriş li seranserî bajarê Helebê tê kirin. Ç0eteyên dewleta Tirk hewldidin berê xwe bidin van taxên me jî lê wê ev yek pêk neyê."
 
'Her kes li ber xwe dide'
 
Di berdewamiya axaftina xwe de Fatmeyê wiha got: "Ji bo ku taxa me nekeve destê çeteyan bi her awayî û her kesek di vê taxê de li ber xwe dide. Di nav de yên ku barê herî giran ji berxwedaniyê hilgirtine ser milê xwe şervanên parastina taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê ye. Em jî ji bo şervanên xwe xwarin amade dikin."
 
'Hem xwarin amade dikin û hem jî parastinê dikin' 
 
 
Zeyneb Reşîd jî axaftina xwe kir û got em piştevaniya şervanên xwe dikin: "îro êriş bi ser me de tê kirin bi hemû awayan êriş tê kirin. Em jî ji bo em alîkarî bidin şervanên xwe îro ji bo wan em xwarinê didin amede kirin. Ne tenê em xwarinê amade dikin lê belê hemû welatiyên vê taxê di demijmêrên êvarê çeka xwe hildigrin û parastina taxa xwe dikin."
 
Pêşketina rihê berxwedanê 
 
Di dawiya axaftina xwe de Zeynebê got di sala 2016`an de 28 komên çete bi ser taxa me de girt lê ji ber ku rihê berxwedaniyê hebû taxa bi ser ket, îro jî heman berxwedan tê nîşandan û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Heya ku rihê berxwedanê di nava me de hebe ev taxên me wê têk neçin." 
 
 

Etîketan:

jinnews